Gulîxan Tahir: Li pişt êrîşên li ser Til Temirê, tol ên veşartî hene
Endama Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir armancên êrîşên dewleta tirk a dagirker nirxand û da zanîn ku dewleta tirk peymana agirbestê ya ku di Cotmeha 2019'an de hatiye îmzekirin binpê dike, di heman wextê de jî hevgirtina sivîlan û saziyên civakî yên ku xizmeta gelê xwe dikin, dikeve rêza sûcên şer û dewleta tirk bi êrîşên ku li dijî navçeya Til Temirê pêk tîne hemû zagon û peymanên navdewletî binpê dike û bi taybetî gelê Aşûrî hedef digre û dixwaze wan qir bike.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Dewleta tirk a dagirker ku ji 2016’an de derbasî xaka Sûriyeyê bûye û dest bi dagirkirin û parçekirina bajarên Sûriyeyê kiriye, heya 2021'ê jî berdewam dike, bêyî ku tu hêzên navdewletî ango hêzên bi rewşa Sûriyeyê re eleqedar in, helwestên xwe nîşan bide û gavên çareseriyê biavêjin. Dewleta tirk piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî di Cotmeha 2019'an de, ber bi sînorên navçeya Til Temirê ve jî hat û gelek gundên navçeyê niha di bin dagirkeriyê de ne. Her wiha gelek deverên dîrokî û şûnwarî yên di xeta agir û di bin dagirkeriyê de ne, bi xetera xirabûnê re rû bi rû dimînin. Nêzî hefteyek e û dewleta tirk a dagirker gundên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê wekî; Dirdara, Şêx Elî û Til Şinan ên Aşûrî topbaran dike. Di encama topbarana li ser gundê Til Şinan ê Aşûrî de, jineke bi navê Meryem Şêx Salih birîndar bû her wiha gelek zirar gihîşt mal û milkên sivîlan. Ji bo ku em bêtir armanca dagirkeran bizanibin, me hevdîtin bi Endama Rêvebera Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê Gulîxan Tahir re pêk anî.
“Li pişt hedefgirtina gundên Aşûriyan, kîn û tola demên berê heye”
Gulîxan di destpêka axaftina xwe de wiha behsa êrîşan kir: "Nêzî hefteyek e, topbarana li ser gundên di xeta agir de û bi taybetî li Dirdara ranewestiya ye, di asta yekemîn de jî sivîlên ku li malên xwe dimînin, tên hedefgirtin. Ya duyemîn de armancên bingehîn ew e ku hevgirtina gel û neteweyên ku li Til Temirê dijîn ji Kurd, Ereb û Aşûrî û Suryaniyan pêk tê têk bibe. Her wiha bikaribe bi rengekî hêsan herêmê dagir bike û polîtîkayên xwe bide meşandin. Mînaka wê jî topbarana gundê Til Şinan û birîndariya jinekê bû. Li pişt topbarana gundê Aşûriyan ji aliyê dagirkeriya tirk ve tol heye. Armancên ku bi rêya DAIŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de nikaribûn li dijî gelê Aşûrî û Suryanî pêk bînin, niha dixwazin ew bi xwe bikin û tola DAIŞ'ê ji gelê Aşûrî û Auryanî hilîne. Armanc diyar e, yek dagirkirin e ya din qirkirina gelê resen ê vê herêmê ye."
“Ne TIrkiye ne jî Rûsya li gorî hevpeymana Cotmeha 2019'an tevnagerin”
Gulîxan helwesta Hêzên Rûsî ji êrîşên dewleta tirk bi bîr xist û wiha got: "Em ji hebûn û berpirsiyariyên hêzên Rûsyayê li Til Temirê, bi guman in. Gelo ji bo ku xizmeta gelê herêmê bike û li gorî hevpeymanên ku di navbera wê û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin li vir e, yan jî ji bo parastina berjewendiyên xwe? Lê ji ya ku li ser rûyê erdê diyar dibe, ew e ku di hebûna Rûsyayê de gund û sivîl tên hedefgirtin. Di vir de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, li gorî hevpeymanên ku di Cotmeha 2019'an de hatibû îmzekirin, tevnagerin. Lê sivîl çiqasî rastî topbaranê tên, dîsa li ax û gundê xwe dizîvirin ji ber ku dizanin armancê topbaranê çi ye û dagirker bi vê yekê re dixwazin çi bikin."
“Rûxandina Meclisa Qibûr Xeracina sûcekî şer e”
Gulîxan da payin ku dewleta tirk zagonên navdewletî bin pê dike û wiha dirêjî da gotinê xwe: "Ger ku em li gorî zagonên navdewletî biçin, nabe ku sivîl û saziyên xizmetguzarî ango binesaziya herêmê were hedefgirtin. Lê Dewleta tirk bêyî ku bifikire bê ser û ber gundên ku sivîl lê dijîn topbaran dike. Di topbaranê de sivîl, jin û zarok her wiha binesaziya herêmê tê hedefgirtin mînaka wê jî topbarana Meclisa Qibûr Xeracina a ku li gundê Dirdara bû. Lê di vir de mirov ji bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî ji sûcên şer ên ku dewleta tirk pêk tîne bi guman e. Çima dema ku mijar dibe Bakur û Rojhilatê Sûriyê çav û guh tên girtin?. Dewleta tirk sivîlan ne leşker û şervanan hedef digre."
“Bi bêdengiya xwe, Rûsya rê li ber dagirkirinê vedike”
Gulîxan bi vê bangê, dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku civaka navdewletî û hemû cîhan bibîne ku Hêzên Rûsyayê li herêmê li hemberî êrîş û topbaranên dewleta tirk bê helwest in. Divê ku Rûsya jî li gorî erk û berpirsyariyên xwe tevbigere, ne ku armancên dewleta tirk pêk bîne. Ji bêdengiya Rûsyayê tê xuyakirin ku ew rê li ber dagirkirina hin axên nû, vedike. Divê ku rewşa sivîlan û xetera ku pê re rû bi rû dimînin, di ber çavan re derbas bikin û ji dagirkeriya Tirkiyeyê re çareseriyekê bibînin. Her wiha divê ku dewleta tirk ji xakên ku dagir kiriye derkeve, da ku koçber li axa xwe vegerin û bikaribin bi rengekî asayî jiyana xwe bidomînin."