Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîr anîn
Merasîma salvegera şehadeta rojnamevanên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi beşdariya malbat, hevrê, hempîşeyên wan û welatparêzan hat lidarxistin. Di merasîmê de soza şopandin û bicihanîna xeyalên şehîdan hate dayîn.

Silêmanî – Kompanyaya Çetir (Chatr Company) ya li Silêmaniyê merasîma yekemîn salvegera şehadeta rojnamevanên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi beşdariya malbat, hevrê, hempîşeyên wan, welatparêzan û rêxistinên parastina mafên rojnamevanan hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên çapemeniya azad û hemû şehîdên Tevgera Azadiya Gelê Kurd destpê kir û ji aliyê malbatên şehîdan ve mûm hatin pêxistin.
Piştre ji bo bîranîna Şehîd Gulistan Tara û Şehîd Hêro Behadîn ji aliyê hunermend Seîd Mîhirdad ve hinek stran hatin pêşkeşkirin.
‘Emê li ser rêya wan ya têkoşînê bidomînin’
Piştre ji aliyê rojnamevan Sinûr Rehman ve peyama Kompanyaya Çetir hate xwendin.
Li ser navê rojnamevanên jin yên azad, rojnamevan Tewar Adil axaftinek kir. Di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka têkoşîna rojnamevanên azad û israra wan ya derxistina rastiyan û got; “Hedefkirina rojnamevanên azad di dîroka 50 salên têkoşîna azadiya gelê Kurd de nîşan dide ku çawa beriya 50 salan bi dirûşmeya ‘Emê dev ji heqîqetê bernedin’ ev pêngave hatiye destpêkirin ku heta roja îro jî berdewam dike. Jinan di vê dîroka pir serwer de roleke girîng leyîstine. Bêyî jinan, çapemeniya azad nedigihişt asta xwe ya niha. Şehîdên rêya rastiyê qet nayên jibîrkirin. Emê li ser rêya wan ya têkoşînê û derxistina rastiyan têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya mayinde bidomînin.”
‘Dayika şehîd Hêro dayika me hemûyane’
Birayê Şehîd Gulistan Tara, Ehmed Tekîn jî di merasîma bîranînê de axivî û got; “Em hemû şehîdên rêya azadî û çapemeniya azad bibîr tînin. Îro, li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, wekî îro li Silêmaniyê, wêneyên Şehîd Gulistan û Şehîd Hêro hatiye daliqandin û di salvegera şehadeta wan de tên bibîranîn. Ji ber ku ew şehîdên gel û azadiyê ne. Ew şehîdên tevahiya Kurdistanê ne. Dayika şehîd Hêro dayika me hemûyane. Em dubare dikin ku emê pênûs û kamerayên van şehîdan li erdê nehêlin.”
Piştre xwîşka Şehîd Hêro, Bêrîvan Behadîn di merasîma bîranînê de li ser navê malbatê axivî û wiha got; “Ji bo Hêro em çi qas bêjîn jî kême. Asta sûcê hovane yê ku li dijî van her du rojnamevanên bêguneh hatiye kirin, em çiqas bêjîn jî kême û nikarîn bînin ziman. Tevî wê yeke jî hêsirên dayik û bavên şehîdan yên tenê di şevekê de tên barandin, ji bo zanîna hovîtiya dijmin, bêserûberiya vî welatî û bêhelwestiya desthilatê besin.”
‘Divê berpirsên vê kiryarê bên cezakirin’
Xwişka Şehîd Hêro Bahadîn Bêrîvan Bahadîn destnîşan kir ku şehîdkirina van herdu rojnamevanên jin bidestê desthilatê hatiye kirin û got: “Heta niha yek peyam nedane, heta şermezar jî nekirine. Ev desthilata ker û kore, nikare jiyana ciwaneke me biparêze. Divê ev êrişa terorîstî şermezar bikira. Mixabin ewqas cesaret nînin. Yekane daxwaza me ewe berpirsên vê kiryarê bên cezakirine.”
Berpirsê Navenda Metro Diyar Mihemed jî di merasîmê de axivî û got: “Dema rojnamevan tên terorkirin sûcdar wisa dizanin ku wê bên ji bîrkirin. Ya li hember Şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hate kirin sûcê şere û ji bîr nakin. Herêma Kurdistanê ji sûcên li hemberî rojnamevanan re vekiriye. Mixabin heta vê kêliyê zemînê azad ji bo rojanamegeriyê nehatiye afirandin. Sûcdera jî heta niha nehatine girtin û dadgehkirin.”
Herî dawî belgefîlma li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Gulistan û Hêro hate nişandan. Piştre jî malbata şehîdan hatin xelatkirin.
Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.