Gulîstan Tara bi girseyî hat weşartin

Rojnameger Gulîstan Tara Elîh ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li Silêmanî de hatibû qetilkirin bi girseyeke qelebalix bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hate weşartin.

Êlîh- Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîta ku rojnamevanên Kurd tê de bûn kir hedef û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin. Cenazeyê Gulistan Tara li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin û veşartin. 

Bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin

Cenazeyê Gulistan Tara ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin, piştî karûbarên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Şirnexê anîn Êlihê. Cenazeyê ku li vir bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “Jin jiyan azadî” û “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” hate pêşwazîkirin, bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê anîn Taxa Tilmerc a ku dê lê bê veşartin. 

Jinên ku cenazeyê Gulistan Tara hilgirtin, xwestin heta Goristana Tilmerc a ku dê lê bê veşartin bibin. Polîsan êrişî girseyî ku bi dirûşmeyan cenaze dibir kirin. Hate xwestin ku tenê malbata Tara û parlamenter tev li merasîma veşartina cenazeyi bibin. Li dijî vê yekê girseyê bi dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Şehîd namirin” bersiv da polîsên ku êrişî wan kirin. 

Parlementer hatin derbkirin

Dema wergirtina cenaze ya goristanê de parlamenterên DEM Partiyê Zekî Îrmez û Sabahat Erdogan Saritaş hatin derbkirin. Malbat û jinên ku bi berxwedanê ketin hundir, cenazeyê Gulistan Tarayê veşartin. Qûrnefîl û wênekeş danîn ser gora Tara.  

Kekê Tarayê, Ahmet Bulent Tetîk ê li ser gorê axivî, wiha got: “Rêya çapemeniya azad rêyeke pîroz e, me girêdayîna hevrêyên Gulistanê ya li hemberî bîranîna Gulistanê dît. Me li Silêmaniyê jî girêdayîna hevalên wê ya Gulistanê dît.” 

Hedefa bingehîn a hikûmetê her tim jin e’

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû ya pişt re axivî jî wiha got: “Me dît ku ka hevalên me li Herêma Kurdistana Federe di çi şertan de dixebitin û zehmetiyên ku çapemeniya azad dikişîne dîtin. Em di konaxa dawî de bûne şahidê yek ji mînakên herî zelal ên êrîşên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li dijî gelê me. Li aliyê din, hedefa bingehîn a hikûmetê her tim jin e. Li rê û rêbazên kuştina jinê digere. Em weke peyhatiyênn jinên ku têkoşînê dikin em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Jin jiyan azadî."

Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Piştî veşartina cenaze birayê Gulîstan Tara Mûstafa Mesût Tekîk ji gelê ku li goristanê disekinin re axivî û wiha got: “Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê dijîn, yên bi me re di nava hevgirtinê de cih digirin û şehîdê me hembêz dikin, dikin. Em weke malbat û hevrêyên Gulistanê ji gelê kurd re soz didin. Heta ku aştî were ser vê axê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li eywana civîn û dawetê ya li taxa Pazaryeriyê dê şîn bê danîn.