Gulistan Koçyîgît: Ji bo çareseriyeke demokratîk çarçoveya qanûnî şerte
Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku pêşnûmeya qanûnê dê pêşkêşî şandeya Îmraliyê were kirin û got: "Aktorê sereke Birêz Ocalan e, divê statu û şertên wî bi qanûnan werin mîsogerkirin. Êdî ne taloqkirin, gav avêtin pêwîst e."
Enqere – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, derbarê geşedanên dawî de li meclîse daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de komkujiya Zîlanê bi bîranî, got ku komkujiya Zîlanê di bîra Kurdan de êşeke mezine û da zanîn ku divê ji bo êşên bi vî rengî neyên jiyîn hevrûbûnek çêbe, ji êşên derbasbûyî ders bên girtin.
‘Peywîra meclîsê ewe ku li gor pêdiviyên gel qanûnan çêbike’
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku peywîra meclîsê ew e ku li gor pêdiviyên gel qanûnan çêbike û wiha axivî: “Demekê dirêj e desthilat paketên qanûnan a weke qanûna torbe di meha Tirmehê de tînê rojeva meclîse. Sedema wê jî ew ê ku qanûnên civakê alaqadar dikin li demên ku bala civakê ne li meclîsê be tînin rojevê. Her wiha ji aliyê din vê krîza aborî her ku diçe kûrtir dîbe. Divê desthilat budçeyeke ku ji pêdiviyên gel re dibe bersiv û heqê kede diparêze pêk were. Yek jî mijara girîng zextên li ser zanîngehan e. Divê zextên li ser zanîngehan rabin û akademî azad bin. Demokrasî bi azadiya akademiyan dikarê mîsoger bibe. Ji bo wê jî divê efûya xwendekaran jî hemû xwendekaran bigire nava xwe.”
‘Ji ber lûtkeya NATO’yê welat kirin girtîgeheke vekirî’
Gulistan Kiliç Koçyîgît di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Lûtkeya NATO’yê û wiha domand: “Ji ber lûtkeya NATO’yê welat kirin girtîgeheke vekirî. Ji bo NATO’yê 4 milyar TL xerc kirine. Rê çêkirine. Wê demê di butçeyê de pirsgirêk tune ye. Ew bi çi hatiyê xerçkirin bi pereyên me. Xîzanî jî bi bariyerên NATO veşartin. Lê ew bariyer nikarin rastiyê vêşerin. Divê ew çavkanî ji gel re bê veqetandin. Em ji bo vê rewşê biguherînin têdikoşin û têkoşîna me dê bidome.”
'Ziman û nasnameya Kurd divê bi qanûnan bê mîsogerkirin'
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku salvegera şewitandina çekan ji bo welat dîrokeke nû ye û wiha pê dê çû: “Ji bo wê jî 11’ê Tirmehê ne tenê dîrokeke, di heman demê de xurtkirina heviya aştiyê ye. Lê li gor vê yekê di saleke de gavên pêwîst nehatin avetin. Rapora komîsyona meclîse naxşerêyek bû. Lê hê jî ew peşniyar pêk nehatin. Li benda çi ne? Divê ew pêşniyar demildest bibin qanûn. Divê aktorên pêvajoyê werin parastin. Qanûn divê dabeşkirî (katagorîze) nebe û hemû endamên rêxistinê di nava xwe de bihewîne. Girtiyên siyasî werin berdan. Statuya birêz Ocalan bê mîsogerkirin, şert û mercên wî yên xebatê bi qanûnan bê mîsogerkirin. Divê hiqûqeke demokratîk pêk were. Ziman û nasnameya Kurd divê bi qanûnan bê mîsogerkirin û ev yek ji bo aştiyeke mayinde hewcedariyeke bingehîn e. Ew ne tenê daxwaza partiya me û gelê Kurd e. Bendewariya civake ye. Divê beriya meclîs navber bide qanûn bê çêkirin. Li cihekî çek hatinê şewitandin di wir de divê aştî û demokrasî be mîsoger kirin. Em li vir bang li hemû partiyên siyasî dikin ku werin em vê berpirsyariyê bi hev re bi cih bînin û beriya meclîs navber bide bi hev re çarçove qanûnek çêbikin. Salek berê derfeteke mezin derket. Ew derfet hêj jî heye. Êdî ne taloqkirin, gav avetin pêwîst e. Werin em aştiya vî welatî bi hev re ava bikin. Divê serokê meclîsê jî berpirsyariyê bigirê û hemû partiyên siyasî kom bike û mutabakateke çêbike.”
'Birêz Ocalan yek ji aktorên sereke yên pêvajoya heyî ye'
Gulistan di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di pêvajoya aştiyê de û dibêje: “Ji bilî van hemûyan, ev rastiyeke ku Birêz Ocalan yek ji aktorên sereke yên pêvajoya heyî ye. Kes nikare vê heqîqetê ji nedîtîve were. Divê em bi awayekê baldar vê binêrin. Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem pêşve biçe, divê statuya qanûnî ya Birêz Ocalan li gorî pêdiviyên çareseriyek demokratîk ji nû ve were saz kirin. Divê danûstandin, hevdîtin, şert û mercên xebata wî di vê çarçoveyê de werin misoger kirin. Ji ber ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Aştî xurtkirina serdestiya hiqûqê, kûrkirina demokrasiyê û şiyana tevahiya civakê ye ku bi bawerî li ser bingehê hemwelatîbûna wekhev li pêşerojê binêre. Ji bo vê yekê, divê li şûna nêzîkatiyek ewlehî-navendî, rêziknameyek hiqûqî ya azadîxwaz û demokratîk were damezrandin.”
'Li cihê ku çek tên danîn, divê siyaseta demokratîk were xurtkirin'
Gulistan di nava gotinên xwe de dibêje ku pêwîste beriya ku parlemento bikeve betlaneyê de qanûnek çarçoveyî yê berfireh were derxistin û wiha gotinên xwe domand: “Berî ku parlemento bikeve betlaneya xwe, divê qanûnek çarçoveyî ya berfireh, ku ji perspektîfa qanûna veguhêz ve hatî amadekirin, were derxistin. Rêziknameyek wusa ne tenê dê garantiyên qanûnî ji bo aliyên beşdar di pêvajoyê de peyda bike, lê di heman demê de dê garantiya herî xurt ji bo mayîndetiya aştiyê, siyaseta demokratîk û baweriya civakî be. Girîngiya wê gavê bi gavên ku Parlamento diavêje ve girêdayî ye. Ji ber ku li cihê ku çek tên danîn, divê serweriya hiqûqê were xurtkirin. Ji ber ku li cihê ku çek tên danîn, divê demokrasî were xurtkirin. Li cihê ku çek tên danîn, divê siyaseta demokratîk were xurtkirin û dengek were dayîn. We vê dawiyê li Enqerê lûtkeya NATO’yê dît. Ne aştî hebû, ne mirov hebûn, ne feqîrî hebû, ne jin hebûn. Ewlehî, çek û xerckirina çekan hebû.”
'Şandeya me dê vê hefteyê gelek hevdîtinan li dar bixe'
Gulistan Kiliç koçyîgit li ser hevdîtinên ku wê ji hêla şandaye Îmraliyê ve were kirin jî agahiyan da û got: “Me berê ji raya giştî re ragihandibû ku piştî civîna NATO’yê dê nîqaş bên kirin û pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê pêşkêşî şandeya me ya Îmraliyê bê kirin. Di vî warî de, şandeya me dê vê hefteyê gelek hevdîtinan li dar bixe. Dema ku tişt bi dawî bibin, em ê raya giştî agahdar bikin. Ez dikarim bêjim ku ew ê vê hefteyê gelek hevdîtinan bikin, hem bi rayedarên AKP-ê re, hem bi Serokê Parlamentoyê re û hem jî bi derdorên din re.”
'Girîng e ku pêşî ev qanûn bi kesên ku rasterast bandorê lê dikin re were nîqaş kirin'
Gulistan di nava gotinên xwe de bal kîşand li ser nêzîkatiyên muxalefetê û destnîşan kir ku: “Nêzîkatiya ku divê muxalîf derbarê pêşnûmeya amadekirî de bigire ev e. Em bawer dikin ku girîng e ku pêşî ev qanûn bi kesên ku rasterast bandorê lê dikin re were nîqaş kirin. Di vê wateyê de, pêdivî pê heye ku pêşnûmeya qanûnê bi lez bi şandeya me ya Îmraliyê re were parvekirin û divê bi Birêz Ocalan re were nîqaş kirin. Bê guman, beşdarbûn, piştgirî û lihevkirina hemû partiyên muxalîf û her weha hemû partiyên ku di Parlamentoyê de nûnertiya wan hene û nînin, pir girîng in. Em bawer dikin ku dê sûdmend be ku partiya desthilatdar dewreyeke wisa ya şêwirmendiyê pêk bîne. Me berê jî daxwaza vê yekê kiribû. Bi rastî, civîn û hevrêziyek dikare zû were saz kirin, mîna pêvajoya komîteya parlamentoyê. Bi vî rengî em dikarin pêvajoya qanûndanînê bileztir bikin. Pêvajoyek kolektîftir û saxlemtir dikare were bicîh kirin.”
‘Em bedenê ku AKP pêşnûmeyê şandeya Îmraliyê re parve bike’
Gulistan Kiliç Koçyîgît di dawiya gotinên xwe de dibêje ku ew li bendêne ku AKP vê hefteyê pêşnûmeyê bi awayek berfireh bi şandeya Îmraliyê re parve bike û got: “Naveroka civînê dê hûrguliyên pêşnûmeya qanûnê be. Gotûbêj û şêwirmendiyên giştî hatine kirin. Şanda me herî kêm nêrîn û ramanên xwe yên li ser tiştên ku divê tê de cih bigirin, ragihandiye. Lêbelê, em li bendê ne ku ev bi nivîskî jî were parvekirin. Ev hêviya me ye. Divê ev vê hefteyê çêbe. Ev hêviya me ye.”
mmmmmmmmmmm