Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Tirkiye piştgiriyê dide rêxistinên terorê
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît welatiyên di encama êrişên dewleta tirk yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin qetilkirin xist rojeva Meclisê û bertek nîşanî polîtîkaya AKP’ê ya Sûriye da.
Navenda Nûçeyan – Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2025’an ên li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di dema hevdîtinan de axivî û got ku HTŞ ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê ve weke “rêxistina terorê” tê dîtin, lê belê li dijî komkujiyên HTŞ’ê bêdengiyek heye.
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser dîmenên komkujiyan û wiha got: “Duh çend dîmen hatin parvekirin, li herêmên Elewî û Kurdan komkujiyên cidî hene. Êrişên li dijî Kurdan bi destê SMO’yê tên kirin. Li nexweşxaneyek Minbicê çeteyên SMO’yê birîndaran înfaz kirin.”
‘Jin û zarok tên qetilkirin’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Li gelek herêman bi SÎHA’yan êriş tên kirin. Li Eyn Îsayê 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan zarok bûn. Di êrişên bi SÎHA’yan ên li dijî Kobanê de 2 kes birîndar bûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 2’yê Kanûnê de li ser rêya Qamişlo-Hesekê wesayîteke sivîlan hedef hate girtin û sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Di 9’ê Kanûnê de li Kobanê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa 10’ê Kanûnê ya li dijî Eyn Îsayê de 8 kes birîndar bûn û 15 leşkerên rejîmê hatin qetilkirin.”
‘Tirkiye êrişî Kurdan dike’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, gotina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan a “Li Sûriyeyê tenê kurd najîn” bi bîr xist û wiha dom kir: “Li Sûriye gelek gel û bawerî dijîn. Niha xeterî li ser jiyana tevan jî heye. Binêrin, ev selefî û olperest e, ev çeteyên cîhadîst niha li taxan Elewiyan qetil dikin, burokratên dibêjin têkiliya wan bi rejîmê re heye qetil dikin. Li naverasta kolanan dîmenên mirovahî jê şerm bike tên. Kesên ben xistine stûyê wan li kolanan tên kaşkirin. Em jî dipirsin; Tirkiyeyê HTŞ weke rêxistina terorê ragihandibû. Wê demê çima li hemberî HTŞ a Hums, Hema heta Şamê bi dest xistî yek gotinê nake? Çima yek tiştekî nabêje lê ji serê sibehê heta êvarê Kobanê bombebaran dike, Qamişloyê, Hesekê û Kurdan bombebaran dike? Tirkiye piştgiriyê dide rêxistinên terorê lê Kurdan û Elewiyan bombebaran dike.”