Gulistan Kiliç Koçyigit: Divê parastina mafê karkeran pêşîn be

Parlamentera Qersê ya HEDEP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, xwest der barê mafên karker û ewlehiya tendirustiya kar de komîsyona lêkolînê ya meclisê were avakirin.

Enqere- Parlementera Qersê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Gulistan Kiliç Koçyigit xwest der barê mafên karker û ewlehiya tendirustiya kar û pêşîgirtina cînayetên kar komîsyona lêkolînê ya meclisê were avakirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji roja AKP bûye desthilatdar be heta niha di cînayetên kar de herî kêm 32 hezar û 180 karkeran jiyana xwe ji dest dane û wiha got:

“Di vê demê de li Soma, Amasya, Hendek, Davutpaşa, Ostim, Torunlar, Ermenek, Elbistan, Şirnex, Dursunbey, balafirxaneya 3’emîn, Tersaneyên Tuzluyê, Kumên Kotê û li gelek cihên din qetliamên karkeran çêbûne. Li gorî daneyên Rêxistina Navneteweyî a Xebatê (ILO) û Rêxistina tendirustiya Navneteweyî (RTN), ji bo her hezar karkeran, di salê de 4 û 12  diyardeyên nexweşiya pîşeyê li bendê ne. Mirina ku girêdayî nexweşiyên pîşeyî mirina ku bi cînayetên kar ve girêdayî ye nêzî 5-6 qat e. Lê belê saziya ewlehiya civakê (SGK), her sal tenê 500 nexweşiyên pîşeyî tesbît kirine û mirina girêdayî nexweşiya pîşeyî 5-20 de aşkare kiriye. Ev rewş îşaret dike ku nexweşiyên pîşeyî tên veşartin û îhmalkirin.”

‘Xebata bê temînat kirine rewşeke zagonî’

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku li aliyekî cînayetên kar zêde dibin û li aliyê din jî tevgerên sendîkayê xistine bin zextê, karkerên sendîkayan ji kar derxistine û sendîkayên girêdayî desthilatdariyê serdest bûne û wiha domand: “Erk bi hincetên ewlehiya milî hatine qedexekirin. Qadên pîrozbahiya 1’ê Gulanê hatine girtin. Ev rewş tê wateya ku mafên karkeran were sînordarkirin û rêxistinbûna wan were astengkirin. Piştî ku AKP bû desthilatdar zagonan kar a hejmara 4857 a ku hat derxistin, ji xebitîna taşeron dest pê dike, karkirina seranser û bê ewlehî anîne halê zagonî. Vê rewşê ewlehiya kar ji holê rakiriye û Tirkiyeyê kiriye cihê çavkaniya hêza kar a erzan. Li Tirkiyeyê zarok bûne qurbanên cînayetên kar û zarokên di bin temenê 15 salî de di karên qedexe de tên xebitandin. Xizanî, sîstema perwerdeya 4+4+4, çiraxtî, pêkanînên stajyer, weke karkerên çandiniyê yên werzî her sal hejmarek zêde ya zarokên karker jiyana xwe ji dest didin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît herî dawî wiha got: “21 sal in cînayetên kar bûne parçeyek ji jiyana rojane û ew rewşa hatiye asayîkirin. Lê belê têkoşîna karkeran li dijî van şert û mercên neyênî berdewam dike. Li dijî cînayetên kar, xebata bê ewle û zextên li ser rêxistinên sendîkayan divê têkoşîn were dayîn. Divê parastina mafên karker û ewlehiya tendirustiya kar pêşîn be.”