Gulistan Kiliç Koçyigît: Dev ji girtina dayikên me û îşkencekirina wan berdin

Cîgira Serokê Koma DEM'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê de rojev nirxand û bal kişand ser îşkenceya li jinên Kurd tê kirin û careke din bang li Wezareta Edaletê kir ku dayikên li Êlihê hatine girtin serbest werin berdan.

Navenda Nûçeyan-Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Gulistan Kiliç Koçyîgît di serî de bal kişand ser pêşniyarqanûna ku dê bi xwe re qetilkirina heywanên li kolanan bîne û wiha got: “Em li dijî vê pêşniyarqanûnê ne. Em dizanin ku sedema pirsgirêka îro qala wê tê kirin jî îktîdara AKP’ê ye.” 

Teqawid mehkûmî hejariyê kirin

Gulistan Kiliç Koçyîgît qala zema ji bo mûçeya teqawidan û ev tişt anî ziman: “Teqawid mehkûmî hejariyê kirin. Ji bo kesên bi kêmtirîn mûçeyê debara xwe dikin û teqawidan zem nehat kirin. AKP dibêje ‘çavkanî tune ne.’ Dema mijar dibe gel wisa dibêjin. Îktîdara AKP-MHP’ê di 22 salan de tam 3 trîlyon dolar bac ji gel standine. Ev pereyeke pir zêde ye lê çi pê kirin? Gelo we ev pereye pêşkeşî kîjan alîgirên xwe kirin?”

Di dîroka vî welatî de xizaniya herî mezin tê jiyîn

Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku Tirkiye di nava welatên enflasyon lê zêde de di rêza 5’an de cih digire û wiha derbirî: “Di enflasyona xurekê de di rêza ewil de ye. Di dîroka vî welatî de xizaniya herî mezin tê jiyîn. Êdî çîna navîn nema ye û her kes birçî û hejar e. Zarok birçî diçin dibistanan, teqawid nikarin bijîn. Xwendekar neçar dimînin ku dibistanê berdin û bixebitin. Lê li hêla din hinek kes di nava xweşî û dewlemendiyê de dijîn. Îcar digotin ‘Me 2024 weke sala teqawidan ragihand.’ Erê rast e dê bibe sala teqawidan lê dê bi têkoşîna xwe dawiya AKP’ê bînin. Teqawidekî herî kêm mûçe distand di sala 2002’yan de dikariya bi 216 lîreyan 7 çaryekên zêr bikire. Lê bi mûçeyê niha anku bi 12 hezar û 500 lîreyan tenê dikarin 3 çaryekan bikirin. Anku vê îktîdarê 4 çaryekên teqawidan dizîn. Me pêşniyar kir ku 32 hezar lîreyan bidin teqawidan lê AKP-MHP’ê pêşniyara me red kir.” 

Bertek li dijî girtina dayikan

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser 3 dayikên li Êlihê hatin binçavkirin û girtin û wiha got: “Ev nêzikatî, nêzikatiya li hemberî kurdan û jinan e. Em careke din bang li wezîrê dadê dikin; di serî de dayikên li Êlihê, dev ji girtina dayikên me û îşkencekirina wan berdin. 

Di nava sala dawî de 31 hezar zarok rastî êrişa zayendî hatin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, bertek nîşanî îstîsmarkirina zarokan da û axaftina xwe wiha qedand: “Di 9 salan de ev îstîsmar 3 qet zêdetir bûn. Di nava sala dawî de 31 hezar zarok rastî êrişa zayendî hatin. Ev daneye daneyên fermî ne lê daneyên rast sê qet ji vê zêdetir e. Polîtîkaya necezakirinê, dike ku ev bûyer zêdetir bibin. Banga me ji bo meclisê jî ye, werin em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan û tundiya li dijî jinan bigirin.”