Gulistan Doku hezar roj in wenda ye

Xwendekara pola 2'emîn a beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Muzurê Gulîstan Doku hezar roj in winda ye.Gumanbarê sereke ya dosyaya Gulistan Doku Zaînal Abarakov jî tevî bertekan nehat girtin.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara pola 2’yemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê Gulistan Dokû ji 5’ê çileya 2020’an ve winda ye. Bi ser windakirina Dokû re hezar roj derbas bûn. Lê belê heta niha ku ev du sal in bi ser bûyerê re derbas bû jî dosyeya têkildarî windakirinê nehatiye ronîkirin. Gumanbarê dosyeya Gulistan Doku Zainal Abarakov e û li gel çend caran hat binçavkirin jî hat berdan. Tevî nerazîbûna parêzeran, malbatê û rêxistinên jinan jî Abarakov nehat girtin.

Malbatê gelek caran daxwaza edaletê kir

Li gorî belgeya ku do 28'ê Hezîranê de kirin dosyaya Gulîstanê, sînyala telefonê ya gulîstanê ku herî dawî hatiye tespîtkirin û ji kameraya dûrî vîyaduka Sari Sltuk xuya dike ji bo ku bê başkirin ji Buroya Krîmînal re hatibû şandin. Parêzerê malbata Gulîstanê Alî Çîmen, bal kişand ser girîngiya dîmenê kamerayê ku wê ji Buroya Krîmînal bê û gotibû ku ev idkare rewşa lêpirsînê biguhere. Lê hîna jî di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Piştî windabûna Gulîstanê vir de malbata ku Zaînal Abakarov gumanbar dibîne, ji bo girtina Zaînal Abarakov gelek caran li ber edliyeyê daxwaza edaletê kir.