Gulîstan Doku 471 rojin winda ye
Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Munzûrê ku li Dêrsimê winda bûbû, 471 roj in tu agahî jê nayê girtin. Xwişka wê Aygul Doku bertek nîşanî rewşê da û pirsa, "Dozgerek nû hatiye wezîfedarkirin. Bila bibêje wî di 3 mehan de di dosyeyê de çi kiriye?
Navenda Nuçeyan - Zêdetirî salek di ser windabûna xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku a li Dêrsimê derbas bû. Li wî bajarekî piçûk ku her dem bi kamerayan tê dîtin û di bin navê “ewlehiyê” di dorpêça polîsan de ye, ji 5’ê Çileya 2020’an vir ve ji Gulistan Doku agahî nayê girtin. Di nav salekê de, bi îdiaya ku Gulistanê întihar kiriye, li Gola Bendava Uzunçayirê lêgerîn hat kirin. Hemû serlêdanên malbatê, bêbersiv man. Ji bo kesên ku pirsa "Gulistan li ku derê ye?" dikin, lêpirsîn hat vekirin. Li aliyê din, Zaynal Abarakov ku herî dawî hevdîtin bi Gulistanê rê kiriye û gumanbarê sereke ye, bi malbata xwe re bi awayê eşkere hat parastin. Dema ku derketina Zaynal a ji derveyî welat hat qebûlkirin, li dijî xwişka Gulistan, Aygul Doku doz hat vekirin û ceza hat birîn. Jinên ku ji bo dîtina Gulistanê ji 5’Çileye ve têdikoşin, li Dêrsimê û gelek bajaran bi pirsa "Gulistan Doku li ku derê ye?" lêgerîna xwe berdewam dikin.
“Dozgerê ku li dosyayê hatiye zêdekirin heta îro çi kiriye”
Îro 471 roj in ku ji Gulistan Doku agahî nayê girtin. Xwişka Gulistanê, Aygul Doku çend roj berê li ser hesabê xwe yê Twitterê wan gotinan parve kir:
"Wan xwişka min ji min stend û ez nikaribûm li pey wê herim, ev ji bo min bû derd. Zaynal Abakarov ez jî sond dixwim ku vê ji te re nahêlim. Hûn ê hesabê van êşên ku ez dikşînim yek bi yek bidin. Edalet çi ye? Jineke ciwan 467 roj in winda ye û xwişka min a ku diçû zanîngeha xwe tune ye. Li vî welatî keçek winda bû ew êdî tune ye, ma ez çi bibêjim ku karibim bêjim edaleta we tune ye. Dozgerek nû li ser dosyayê hat wezîfedarkirin, dozgerê nû dikare bibêje ka wî 3 mehan di wê dosyayê de çi kiriye? Ez dizanim ev pel tê arşîvkirin. Her kesê ku hatiye soz daye me, baş e gotinên wan li ku ne, keça me li ku ye. Dinyayê şerm kir, keviran şerm kir, çiyayan şerm kir lê hûn ji êşa min şerm nakin."