Gulê Selmo di 12’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

Endama Kongra Star Gulê Selmo, di 12’emîn salvegera şehadeta xwe de li Helebê bi merasîmek hat bibîranîn.

Navenda Nûçeyan- Endama Kongra Star Gulê Selmo, di 12’emîn salvegera şehadeta xwe de li qada nêzî navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmek hat bibîranîn.

Di merasîma ku bi dehan jin, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC-Jin) tevli bûbûn de wêneyên Gulê Selmo û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

‘Astengî nas nedikir xwedî kesayetek bi hêz û îrade bû’

Tabûra Şehîd Gulê Selmo, merasîmek leşkerî li dar xist, piştre rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatima Hesen axivî. Fatima Hesen bal kişand ser kesayeta jina têkoşer Gulê Selmo û wiha got: "Revandina Rêber Abdullah Ocalan bandorê li Gulê Selmo kir, ji ber vê yekê jiyana xwe da têkoşîna belavkirina ramanên wî. Şehîd Gulê Selmo astengî nas nedikir, xwedî kesayetek bi hêz û îrade bû."

Jina têkoşer Gulê Selmo, dema ku nedihîşt komên çete rojnamevanên ku sûcên wan dişopandin, birevînin, bû hedefa êrişê û birîndar bû. Gulê Selmo 3 rojan di nexweşxaneyê de ma û di 13’ê Adara 2013’an de jiyana xwe ji dest da.