Gulan Fehîm: Diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefeyek e

Endama PJAK’ê Gulan Fehîm got: “Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, tevahiya jinan bi hev re dikarin maf û destkeftiyên jinan li herêmê biparêzin. Divê 8’ê Adarê li dijî feraseta mêrsalar bibe hêza li ser bingeha têkoşîna radîkal.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li tevahiya cîhanê jin rastî zextên desthilatên dîktator tên. Niha jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi desthilata dîktator a herêmê re rûbirû ne. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin bi îradeyek xurt li dijî hîzara bi zorê têkoşînê dikin. Jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hêz bûn û bûn sembola têkoşîna azadî û wekheviyê. Tevahiya civakê bi vê felesefeyê li dijî desthilatê sekna xwe didomîne. Hewlên jinan ji bo azadî û ramanê, bûye hinceta girtinê. Lê belê bi vê felsefeyê jin li girtîgehan liberxwe didin.

Berxwedan bi rêya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome

Bi yek dengî û diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li girtîgehan, hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hejandin. Di 8’ê Adara îsal de armanc ew e ku bi rengê jinê destkeftî û mafên xwe pêş de bibin, da ku îsal bibe sala azadiya jinan. Berxwedana jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di dîrokê de xwedî cihek girîng e. Hîzara bi zorê û zextên din, têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe, zêdetir kir. Di dema rejîma Xamineyî de, jinan ji bo parastina mafên xwe û daxwaza azadiya xwe li hemû qadên jiyana civakî, gelek xwepêşandan û çalakî lidar xistin. Ev berxwedan îro jî bi hemû hêza xwe bi rêya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome.

‘Siyaseta rejîma Îranê jinê dike hedef’

Endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)  Gulan Fehîm bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ajansa me re axivî. Gulan Fehîm destnîşan kir ku siyaseta rejîma Îranê, jinên azad û fikrê azadîxwaz tune dike û wan dike hedef. Gulan Fehîm wiha domand: “Bi armanca radestbûna jinên Kurd gelek jin ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin. Di nava girtîgehê de bi armanca dûbare radestbûnê tundî, destdirêjiya fîzîkî û derûnî li jinan dikin. Armanca wan ew e ku jinên çalak nebin. Ger jinek bixwaze nasname û çanda xwe biparêze an jî behsa azadiya raman û azadiya civakê bike, ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin. Di girtîgehê de êrîş û tundiyê li dijî wan bikar tînin.”

‘Jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî rejîmê disekinin’

Gulan Fehîm ragihand ku di nava civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de fikrek mezin ji bo azadiya jinê heye û wiha vegot: “Her kes behsa azadî û pirsgirêkên jinan dike, behsa berxwedan û pêşengtiya jinan dike. Her kes li dijî zagonên Îranê disekine. Heta jin bighîjin mafê xwe yê rewa, di nava desthilatê de wê rol û berxwedana jinan hebe. Niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rol û bandora jinan li ser civak û desthilata dîktatora rejîma Îranê heye. Her wiha diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê bilind bûye. Ev felsefeya guherîna aqlê neteweperest e. Li ser bingeha ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her mijara girêdayî jinê ku bandora desthilatê hebe, helwest nîşan didin. Hebûna vê felsefeyê, jinê li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û tevahiya Rojhilata Navîn rakiriye ser piyan. Jinan karîn bi felsefeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî rejîma dîktator bisekinin.”

‘Xwedîderketina li 8’ê Adarê girîng e’

Gulan Fehîm destnîşan kir ku helwesta li dijî rejîma dagirkerî ji aliyê jinan ve girîng e û da zanîn ku jin nêzî 8’ê Adarê dibin, ast û fikrên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li beramberî azadiya jinê girîng û bi wate ye. Gulan Fehîm got ku “Xwedîderketina li 8’ê Adarê girîng e. Nêzbûna 8’ê Adarê û parastina destekftiyan girîng e. Em hêvîdar in ku 8’ê Adarê bibe hêza li ser bingehê têkoşîna radîkal. Em li dijî feraseta mêrsalarî li her qadê têkoşînê mezin bikin. Niha li her cihê ku jin lê hebin û bixwazin cih bigrin, gelek girîng e.”

‘Bila îsal bibe sala azadiyê jinê’

Gulan Fehîm diyar kir ku niha xebatên jinê gelek girîng in û nirxandinên xwe bi van gotinan bidawî kir: “Lêpirsînkirina jinan a desthilatê û helwesta jinan girîng e. Ji bo jin bikaribin mafê xwe bi hev re bidest bixin, niha li Rojhilatê Kurdistanê hewldana jinan di aliyê çand, huner, ziman û siyasetê de xwedî rolek diyarker e. Bi rengê jinê emê xebatên xwe bidomînin. Hemû dinya dizane ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destkeftiyek mezin û girîng bi dest xistiye. Jin bi vê diruşmê xebatên xwe didomînin. Li girtîgehan jin bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî dijmin rabûn. Di 8’ê Adara îsal de armanca me ew e ku bi rengê jin destkeftî û mafên xwe pêş de bibin, da ku îsal bibe sala azadiyê jinê.”