Gula ku li ser koka heqîqetê şîn dibe: Gulistan Tara

Jiyan bi te re bi têkoşîna te û bi lêgerîna heqîqeta te re xweşik dibe. Gul û Gulistan vediguherin gulşeniyê. Bila Gulşena min neçilmise, bila hemû gul bi cimbuşa rengan wek te belavê jiyanê bibin.

DILPAK TÊKOŞÎN

Gula min wisa ber bi ku ve diçî, êşa te zehmet e, nayê rakirin wisa neke. Bê hay nekeve nava lepên dijmin. Min seherê qala te kir û ez cemidîm hê 2 saet derbas nebûbû, min agahiya şehadeta te girt ev çi ye û çawa ye? Bi bêrîkirinên xwe yên ji bo te min qala te dikir ev êrîşa bêbext çi ye? Bila nebe, bila nebe Gulê.

Tu weke kulîlkek nazenîn, weke xelatek pêşkeşî mirovahiyê bûyî. Tu wek evîndarek bûy li ser çav û rûyê te her dem ken hebû. Bila niha kesek were û bibêje mirin tune ye Gulê. Ax Gulê.

Ji bo ku tu ji mirovahiyê re bibî ronahî bi hezkirina xwe heya nîvê şevê te kar dikir.

Ji bo ku tu fikrên azad bigîhîjînî mirovahiyê li hemberî hemû astengiyan te li ber xwe dida dîsa jî di riya heqîqetê de bi heqîqetê re tu dibûyî rêheval.

Biriqandina çavên te, evîna jiyana azad nîşan dida. Her wiha dilê te yê wêrekê ku soz dabû azadiyê di çavên te de xuya bû. Gulê bi fêmkirina xwe ya xweşikbûna gulê û bi dilê xwe yê hezkirin jê belav dibû bi ken şerê ked û hezkirinê dida. Jiyana bi te re pir xweş bû, têrbûna ji vê xweşikbûna te ne pêkan e. Di her kêliyê de bi xweşikbûna jinan, tu diketî dilê her kesê. Min tam 6 salan ji vê xweşikbûnê para xwe girt. Dema ku em ji hev veqetiyan jî bêyî ku ez xwe tenê hîs bikim meşiyam û di her demê de jî min got Gula me ya weke te heye ez bi vê şanaz bûm. Jiyana min bi dilekî di her kêfxweşiya dîdariyek de tijî bû. Min hemû kêliyên me yên bi hev re yek bi yek anî bîra xwe û ez şehadeta vê rêhevala xwe ya dildara jiyanê ku bi destên îxanetê qewimî nikarim qebûl bikim.

Jiyan bi te re bi têkoşîna te û bi lêgerîna heqîqeta te re xweşik dibe. Gul û Gulistan vediguherin gulşeniyê. Bila Gulşena  min neçilmise, bila hemû gul bi cimbuşa rengan wek te belavê jiyanê bibin.

Gelo em ne ew kes bûn ku me jiyanê kir gulistan û em bazdan serkeftinê? Em ne ew kes bûn ku ji bo vê xweşikbûnê em ava bikin li hemberî vê şerê bêmerhemet ketin nava qada cengê.

Ka te ji min re gotibû li xwe baş binêre û her dem di demên dîdariyê de te yê hemû riyan derbas bikira. Te her dem rastiyê vegot; hemû bêderfetiyan tu derbas dikî û niha dibî birîna nekewiyayî di dilê min de.

Ew kenê te yê xweş ku te digot; “Ka bisekinin ez nivîseke wek bombeyê ji bo dijmin binivîsim” bi gotinên te yên “dijminê faşîst a ji te re bombeyek” te me dikenand. Hê jî ew dengê te yê nazenîn di guhên min de ye. Erê di kêliyên hevgirtinên jinan de tu heyî, Gula me heye. Weke jin fikirandin, weke jin şerkirin û weke jin ji hezkirina ji jiyanê her wiha avakirin, di jiyana te de bi nav dibe û dibe Gulistan. Di heman demê de jî li cihê tu lê yî dibe gulşen. Weke ku bêhna kêliyên fikirandinê û hebûna bi manekirina te tijî dibe nav dilê min. Tu di nav têkoşînê de şax vedidî. Tu nûnera Gurbetellî, Denîz Firat û  Rosîdaya ku di riya heqîqetê de bû stêrkek li ezman î.