Guhê çepê ya nexweşa girtî Ozge Ozbek êdî nabihîse

Rewşa nexweşa girtî Ozge Ozbek roj bi roj xerabtir dibe û di dîmenê MR’ê de hat tespîtkirin ku girêkê wê zêde bûne. Hevjînê Ozgûr Ozbek, Ozgur Ozbek diyar kir ku guhê wê yê çepê nabihîse û nayê dermankirin got: “Bila girtiyên nexweş bên berdan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ozge Ozbek a ku di sala 2011'an de ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî ku cezayê wê hat erêkirin hat girtin. Rewşa Ozge Ozbek a ku ji ber girêka di mejiyê de emeliyat bû û ji ber rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya "Dikare di girtîgehê de bimîne" piştî emeliyatê demeke kurt hat girtin. Rewşa Ozge Ozbek roj bi roj xirabtir dibe. Guhê çepê ya Ozge Ozbek ku nikara derfetê dermankirinê rêk û pêk bibîne û divê bi lezgînî were emaliyakirin, nabihîse.

ATK'ê guh neda rapora lijneya tenduristiyê û got dikare girtîgehê de bimîne

Di encama serlêdana taloqkirina înfazê ya ku piştî ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin de, di rapora Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Darîca ya Wezareta Tenduristiyê de hat destnîşankirin ku di şert û mercên girtîgehê de ne guncaw e ku Ozge Ozbek li girtîgehê bimîne. Piştî biryarê ATK ya Stenbolê raporek nû amade kir û der barê Ozge Ozbek de got “dikare ligirtîgehê bimîne”.

Ozge Ozbek a li Girtîgeha Girtî ya Sîncanê ya Enqereyê girtî ye û ji ber rapora "dikare li girtîgehê bimîne” du caran hat dayîn, di mejiyê wê de gelek girêk hene. Hate hînbûn ku Ozge Ozbek a ku bi nexweşiya epîlepsiyê jî ketiye, ji ber nexweşiyên xwe yên li girtîgehê her tim serêş û hevsengiya xwe winda kiriye. Ozge Ozbek ji ber nayê dermankirin guhê wê yê çepê bi temamî hatiye girtin.

Hevjînê Ozge Ozbek Ozgur Ozbek, diyar kir ku nexweşî her diçe belav dibe û ji ber vê yekê divê Ozge Ozbek timî di bin çavdêriya de bê girtin û banga hişyariya li ser girtiyên nexweş li raya giştî ya kir. Ozgur Ozbek, anî ziman ku girtiyên nexweş ên ji ber sedemên siyasî tên girtin rastî îşkenceya bi vî rengî tên û der barê rewşa dawî ya Ozge Ozbek de jî agahî da.

‘Tedawiyek cidî nabîne’

Ozgûr Ozbek diyar kir ku di aliyê fîzîkî de Ozge Ozbek pir hatiye guhartin û wiha got: “Aniha guhê wê yê çepê qet nabihîse û êşen serê wê pir zêde ye. Dema ku dibêje ‘serê min diêşe’ dibin nexweşxaneya girtîgehê û bi hebên êşe derbas dikin. Mixabin tedawiyak cîdî nayê maşandin. Ji xwe dema birin nexweşxaneyê bijîjk jê re gotiye divê tu emaliyat bibî. Di emaliyatê de xeteriya komayê heye. Ozge ji ber ku di şertên girtîgehê de naxwaze emaliyat bibe nexweşiya wê roj bi roj pêş dikeve. Di meşê û axaftinê de zehmetî dikşîne, gelekî kîlo daye. Meh derbas bûn lê tu guhertin nîne. Dîsa di çûn û hatina nexweşxanê de tu guhertin nîne.”

‘Girêk her diçe mezin û zêde dibe’

Ozgur Ozbek, diyar kir ku di nexweşiyeke wiha giran de pêvajo gelekî hêdî dimeşe û bi mehan jî li benda raporê dimînin û wiha berdevam kir: “Nexweşî cureyekî girêkê  ye ku her tim xwe nû dike. hertim divê di bin çavderiyê de be. Ger îhmal bê kirin, dê bibe sedema zirarên ku nayên vegerandin. Herî dawî di rapora MR de hat dîtin ku girêk her diçe mezin û belav dibe. Ger bi lezgînî ev yek neyên mûdaxelekirin dê zirarên cidî çêbibin. Tişta ku em herî zêde bi fikar dikin ew e ku di wextê xwe de mudaxele nekirina vê rewşê ye.”

‘Girtî heya neyên asta mirinê nayên berdan’

Ozgur Ozbek bang kir ku di derbarê girtiyên nexweş de gavên bi bandor bên avêtin û di vê mijarê de hişyarî bê zêdekirin û wiha pê de çû: “Em ditirsin ji girtîgehê telefon were. Divê hemû girtiyên nexweş bê berdan. Hemû serlêdanên parêzerên me yên der barê taloqkirina înfazê û berdanê de hatin redkirin. Em difikirin ku ev yek bi temamî ji ber helwesta dewletê ya li hemberî girtiyên siyasî ye. Tevî ku îro di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene jî heta ku neyên asta mirinê tu girtiyek nayê berdan. Dema ku tê asta dawiyê tên berdan. Em wek malbat ji vê rewşê pir bi fikarin. Divê girtiyên nexweş di zûtirîn demê de bên berdan û bi malbatên xwe re li nexweşxaneyeke baş bê dermankirin. Em ji raya giştî bêtir hişyariyê hêvî dikin. Divê girtiyên nexweş rojeva sereke yên siyasetmedar û rewşenbîran bin.”