Guh nedan daxwazên 11 jinên Tûnisê û bi zorê paşde vegerandin
11 jinên Tûnisê yên rêwîtiya hefteyekê dan pêşiya xwe û tam 400 km meşiyan heya gihan paytextê bê ku daxwazên wan bên guhdarî kirin bi zorê paşde hatin vegerandin. Piştî rêwîtiyek dijwar û bendewariyek dirêj... jin neçar man ku vegerin
11 jinên Tûnisê yên rêwîtiya hefteyekê dan pêşiya xwe û tam 400 km meşiyan heya gihan paytextê bê ku daxwazên wan bên guhdarî kirin bi zorê paşde hatin vegerandin.
Piştî rêwîtiyek dijwar û bendewariyek dirêj... jin neçar man ku vegerin
ZİHÛR EL-MEŞRİQÎ
Tûnis – 11 jinên Tûnisê yên 14'ê Tebaxê ji bo Serokomarê Tûnisê Kays Saed di derbarê rewşa jinan a nebaş de hayîdar bikin dest bi rêwîtiya hefteyekê kirin û 400 km yan meşiyan. Jinên ji Herêma Um El-Areyes a parêzgeha Gefsayê a Başûr Rojhilatê welat meşiyabûn û berê xwe dapûn qesra Serokomarê Tûnisê Kartaca ya li paytextê ye di 20'ê Tebaxê de gihiştibûn paytextê lê mixabin daxwaza wan a hevdîtinê ji aliyê Serokomar Kays Saed ve hat redkirin. Ew jî têr nekir, piştî wê rêwîtiya dirêj û westanê polîsan jinên çalakvan dorpêçkirin û daxwazên wan hatin paşguh kirin. Tenê ji bo serokomar bertek li hemberî xwe zêdeneke yek ji karbidestan wezîfedar kiribû ji bo ku bi jinan re biaxive û li daxwazên wan guhdarî bike şand lê jinan ev yek nepejirandibûn û di hevdîtina bi serokomar re bi israrbûn.
Jjinên çalakvan ên li Mala Ciwanan a li devera Marsa a Bakurê Paytextê diman, piştî ku hevdîtina bi şêwirmendê serokomar re redkirin biryara xwe ya ku ew dixwazin tenê bi Serokomar Kays Saed re didomandin.
Îro jî jinên çalakvanbi zorê li wesayîtekê siwar kirin û şandin barajê wan. Mêrê bi navê Hamadî Salmî di derbarê rewşa jinan de agahî da û diyar kir ku wesayetek anîn û bi darê zorê ew jin vegerandin. Hemdî Salmî bal kişand ser daxwazên jinan ên bi xemsarî hatin pêşwazî kirin piştî ku ew hatin paşguh kirin û destnîşan kir jinên ewqas rêya dirêj dan pêşiya xwe piştî ku di daxwazên xwe de israrkirin ji aliyê rayedarên hikumetê ve hatin tehdîdkirin.
https://www.youtube.com/watch?v=wNE-4aoC-88