Greva birçîbûnê di roja 8’an de didome

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya dorveger ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 8’an de bi biryardarî berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî li 104 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di roja 27’ê Mijdarê de hat destpêkirin, di roja xwe ya 8’an de bi biryardarî berdewam dike.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de berdewam dike, wê heta 15'ê Sibata 2024'an bi awayekî dorveger bidome.

Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin û 32 meh in bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.