'Govend dîrok, berxwedan û nasnameya Kurdan e'

Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrîn-Şehba li dijî binçavkirinên dewleta Tirk ên ciwanên ku gonvendê gerandinê daxuyanî da û got: “Govend dîrok, berxwedan û nasnameya Kurdan e. Bi sedsalan e li Mezopotamyayê govenda azadiyê tê gerandin.”

Şehba – Di 29'ê Tîrmehê de ji aliyê polîsên dewleta tirk ve kesên ku dixwestin bi stranên kurdî govenda kurdî bigerînin hatin binçavkirin û girtin. Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba li dijî girtina ciwanên govendê digerandin daxuyanî da. Di daxuayniyê de endamên Tevgera Hîlala Zêrîn bi cil û bergên kurdî, Kongra Star û saziyên kampa Serdem a Şehbayê amade bûn. Daxuyanî li pêşiya navenda Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba li kampa Serdem hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba Buhar Silêman ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

'Kiryarên li dijî çanda Kurdan red dikin'

"Nezî 100 sal in li ser çanda kurd, zimanê kurdî polîtîkaya bişaftinê tên meşandin. Ji bo vê her rê û rêbaz hatin ceribandin. Ji qetilkirina insanên me bigrin heya şewitandina xwezaya Kurdistanê. Niha jî nivîsên kurdî li bakurê kurdistanê li ser her deran tên rakirin. Nahêle bi zimanê Kurdî were axaftin. Cil û bergên Kurdî qedexe ye, herî dawî jî ji bo gerandina govendê sê xwişik û dayîk hatin girtin, yên ku li hember wan çalakî kirine, ew jî hatin girtin. Ev diyar e ku ji çand, hebûna kurdî ditirsin. Çanda gelê kurd çandeke dewlemend e. Erdîngariya kurdîstanê cihek dewlemend e, ji hemû mirovahiyê re derguştî kiriye. Ji ber vê faşîzma AKP/MHP'ê bi hemû rêbazên qirêj, yê ji para xwe mirovahîyê nagire, erîşî  gelê Kurd dike. Rêber Apo li hemberî deshilatdariya xwe tehdîdeke mezin dibînin. Ji ber wê tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên li ser çanda Kurdî ne, êrîşên çîyayê kurdîstanê êrîşên çandî ne, biryara darvekirina  jinên li Rojhilatê kurdistanê êrîşên çandî ne. Hemû êrîşên li ser gelê kurd êrîşên çandî ne.

'Govend dîrok, berxwedan û nasanmeya Kurdan e'

Em gelê Kurd, dixwazin bi zimanê xwe helbestan binivîsnin, şanoyên Kurdî bilîzin. Em jî wek jinên tevgera Hîlala Zêrîn ya çand û hunerê buyera darvekirina herdu hevalên jin li Îranê û binçavkirina çar hevalên jin ji ber bi cilên kurdî dîlan girtine, bi tundî şermezar dikin em li vir dibêjin: Ji govendê netirsin, govend keyfxweşiya di navbera gelan de ye. Ey AKP/MHP'ê qedexeyên we dibe faşîzim, dê govenda me bibe azadî. Govend sembola tekoşînê ye. Neviyên kawayê hemdemên sed salan e, li Mezopotamyayê govenda azadîyê digerîne. Kesek nikare pêşiya govenda azadîyê bigire. Ji ber ku govend berxwedan e, govend dîrok e, govend nasnameya Kurdan e. Bê govend tekoşîn bi azadî jiyan nabe. Bi govend û tîlîliyan em ê tecrîdê bişkînin. Ji ber wê em dibêjin govend ya me ye, gotin ya me ye, tîlîlî ya me ye îrade ya me ye. Li hemberî faşîzmê şoreş şoreşa me ye, şano jiyana me ye, helbest hestê me ye, stran dengê me ye, govend rengê jiyana me ye."

Di dawiya daxuyaniyê de li dijî qedexekirina govenda kurdî, endamên Tevgera Hîlala ZêrînEfrîn-Şehba govenda azadiyê gerandin.