Googl ê rojbûna stêrik sinemaya Erebî Şadiya pîroz kir

Malpera lêgerînê ya navdar "Google", 90'amîn rojbûna stêrka sînemeyê ya Misrî Şadiya pîroz kir.

Navenda Nûçeyan- Di nîvê salên çilî de Şadiya dest bi kariyera xwe yî hunerî kir û dema bilindbûna serkeftina xwe de Şadiya dev ji hunerê berda. Lê heyranên wê, ew ji bîr nekirin.
Li Misir û Rojhilata Navîn Şadiya pir navdar e û li gorî wê Google 90 saliya wê pîroz kir. Ji ber ku rola wê di damezrandina sînemaya Erebî de ku heya îro jî pêşeng e, heye.
Di 8'ê Sibata 1931'an de Şadiya ji dayk bû ye. Ew yek ji lîstikvanên herî navdar e. Bi dehan filimên wê yên navdar hen e, her wiha dengê wê jî xweşe.
Di sala 1980'an de dîroka wê dawîn ya hunerê di şanoya navdar de "Raya û Sakina" bû. Dema temenê wê bû 50'î sal, dev ji hunerê berda û jiyana xwe ji bo xwedîkirina zarokên sêwî terxan kir. 
Piştî ku wê bi Abdel Halîm Hafiz re fîlimek bi heman navî pêşkêş kir, ji Şadiya re gotin  "idolê girseyan". Rexnevan dibêjin ku ew hunermenda herî girîng a berfireh e ku di dîroka şanoya Erebî de derketiye holê.