Gohar Eshgehi û Sahar Behesthi bi lêdanê hatin binçav kirin

Dayika Settar Beheşti yê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve bi îşkencê hatî qetilkirin Gohar Eshgehi û xwişka wî Sahar Behesthi bi lêdanê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Dayik û xwişka Settar Beheşti yê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve bi îşkencê hatî qetilkirin Gohar Eshgehi û Bahar Behesthi bi lêdanê hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi nêzbûna salvegera Settar Beheşti re hemû peyîwendiyên gihandinê yên malbatê hatine birîn. 
Hat zanîn ku dayika Settar Beheşti Gohar Eshghi ji ber îşkencê qeyîrana dil derbaskiriye li gel wê jî girtina dermanên wê hatiye astengkirin û xwişka wî Sahar Behesthi jî rastî lêdanên giran hatiye.