Girtiyên li Girtîgeha Evînê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin

Girtiyên Girtîgeha Êvînê bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku ji bo pêşî li cezayê darvekirinê li Rojnameger Pexşan Ezîzî bê girtin, bikevin nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan- 7 girtiyên jin yên siyasî yên li girtîgeha Evîn tên ragirtin yên binavê; Gulrox Îrayî, Nahîd Xudaco, Werîşe Muradî, Meryem Yehwî, Rayhana Ensarî, Skine Perwana û Nesrîn Xezrî Cewadî derbarê cezayê darvekirinê yê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hatî birîn, daxuyaniyek belavkirin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de gotin; “Em birîna cezayê darvekirinê ya ji bo Pexşan Ezîzî şermezar dikin û bang li her kesê dikin ku ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê dest bi çalakiyan bikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku rê li darvekirina Pexşan Ezîzî bigirin. Pexşan Ezîzî berê weke karmendek civakê alîkarî dida penaberên Rojavayê Kurdistanê. Ev 3 heftene dosyaya Pexşan Ezîzî ji bo Dadgeha Bilind hatiye şandin û li benda biryara dawîne.”

Hêjayî gotinê ye Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.