Girtiyên ku li dijî binpêkirinan derketin cezayê hucreyê hat birîn

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê li dijî binpêkirina mafan derketin, cezayê hucreya hat birîn.

Navenda Nûçeyan-Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tên ragirtin, bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin.

 

Girtiyên ji malbatên xwe re wiha gotin: “Ji hevalên me yên li dijî helwesta gardiyanan a keyfî derketin re ji bo 11 rojan cezayê hucreyê hate birîn.” Girtiyan her wiha ragihandin ku binpêkirinên mafan ên weke lêgerînên keyfî, heqaret, dema sewqên nexweşxaneyê de lêgerîna nava dev qewimîne.