Girtiyên jin ên rojnameger: Dilê me li gel mexdûrên erdhejê ye
Jinên rojnameger yên ku li girtîgeha Amedê girtî ne ji ber erdeheja li Kurdistanê hat jiyîn peyamek şandin û wiha gotin: “Em di nav çar dîwaran de ne, em fîzîkî ne li gel we ne lê dilê me li gel kesên ku ji erdehejê bandor bûne ye.”
Navenda Nûçeyan - Midûra Karê Nivîsê ya JINNEWS’ê Safiye Alagaş a ku 16’ê Hezîranê li Amedê hatibû girtin û rojnameger Remziye Temel, Neşe Toprak, Elîf Ungur ên ku di 25’ê Mijdarê de hatibû girtin û Derya Ren der bare erhejên ku li Dîlok û Mereşê rû dabû peyamek nivîskî şandin.
Nameya rojnamegerên ku ji girtigeha Amedê şandine wiha ye: “Ji her kesî re derbasbûyî be. Em wek 5 rojnamegerên jin diyar dikin ku li hemberî vê karesatê gelekî xemgîn in. Lê di van rojên zehmet de nebûna cem gelê xwe xemgîniya me hê zêdetir dike. Em di nav çar diwaran de ne, di warê fîzîkî de li gel we ne, bes dilê me di serî de li Mereş, Dîlok, li her kesê ku ji erdhejê bandor bûne ye. Em ji bo welatiyên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin, ji malbatên wan re sebrê, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Serê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sax be.”