Girtiya Siyasî Saadet Akin ji bo sê siyasetmedarên Kurd stranek çêkir

Girtiya Siyasî Saadet Akin a 5 sal li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, ji bo sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin stranek got.

Amed- Girtiya siyasî Saadet Akin ku di sala 2015'an de di dema qedexeyên derketina derve yên Amedê de hat girtin û 5 sal li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, straneke nû çêkir. Saadet Akin, strana xwe ya nû ji bo sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatin qetilkirin çêkir. Saadet Akin, sê siyasetmedarên jin ên Kurd di salvegera qetilkirina wan de bi strana ku vegot bi bîr anîn.

Saadet Akin kî ye?

Saadet Akin, ku di sala 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hate girtin û birin Girtîgeha Jinan a Amedê, piştî ku 2 salan li wir ma ji wê jî sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê hat kirin. Saadet Akin a ku nêzî 2 salan jî li Tarsûsê ma, herî dawî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê hat kirin. Saadet Akin 5 sal in li Sîncanê tê ragirtin.