Girtiya siyasî Khadija Mehdipour hat berdan

Aktîvîsta siyasî Khadija Mehdipour ku ji 18’ê Cotmeha 2022’an ve vir li Îranê girtî ye, hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Khadija Mehdipour a gelê Îvan Gharbli ya parêzgeha Îlamê ya Îranê, îro ji Girtîgeha Îlamê ya dihat girtin, hat berdan. Khadija Mehdipour a ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hat, di 18’ê Cotmeha sala borî de ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve li mala mamê xwe hatibû binçavkirin. Khadija Mehdipour piştî ku 2 rojan dibin çavkirinê de ma, sewqî Girtîgeha Îlamê hatibû kirin.

Khadijeh Mehdipour, ji aliyê ‘Dadgeha Şoreşê’ ya Îlamê ve bi îdîaya ‘propagandaya li dijî rejîmê û heqaret’ hat darizandin. Khadijeh Mehdipour, bi pêkanîna madeya 134’an ya Qanûna Ceza ya Îslamî mehkûmê 20 meh cezayê girtîgehê hatibû kirin.