Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin

Girtiya nexweş Hanîfe Arslan a 82 salî ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê hat berdan.

Wan – Dayika Aştiyê Hanîfe Arslan a 82 salî ya ku di sala 2022'an de ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wê yê girtîgehê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistina "lê hatibû birîn  hat erêkirin, li gel gelek nexweşiyên wekî KOAH, tansiyona bilind û şekir hat girtin. Hanîfe Aslan a ku hatibû girtin ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat berdan.

Hanîfe Arslan a ji girtîgehê derket ji aliyê malbatê xwe ve hat pêşwazîkirin

‘Bila hemu girtî bên berdan’

Hanîfe Arslan a ku piştî ji girtîgehê derket axaftinek kurt kir, bi bîr xist ku ew dayika aştiyê ye û got, “Em tenê aştiyê dixwazin. Me digot 'xwîn bila nerije'. Divê êdî dayik negirîn. Bila deriyên girtîgehê bên vekirin û hemû hevalên me bên berdan. Ew hemî bêguneh di hundurê de ne. Hemû kesên bi min re girtî bûn, pir ciwan bûn. Yê herî mezin 30 salî bûn. Ez dixwazim hemû bên berdan." 

Keça Hanife Arslan a Îran Çaba jî got: "Dayika min dayika aştiyê bû û ji bo aştiyê têdikoşiya" û diyar kir ku dayika wê bê sûc di girtîgehê de hatiye hiştin.