Girtiya nexweş a ku berdana wê hat taloqkirin: Êdî ez di şertên girtîgehê de nikarim bijîm

Girtiya nexweş Besra Erol ku bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarî tehliyeya wê salekê hat taloqkirin, anî ziman ku pirsgirêkên wê yên tendirustiyê zêde bûne û got: “Êdî nikarim di şert û mercên girtîgehê de bijîm.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di meha Çileya 2021’ê de ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve biryara tehliyeya girtiyên ku dema wê hatiye dikare ji 3 mehan heta 6 mehan were taloqkirin ket meriyetê.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera salên 2021-2023’an de tehliyeya 384 girtiyan ji aliyê vê Lijneyê ve hat taloqkirin.

Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol a 66 salî bi hinceta bersiva ji pirsa ‘Tu poşman î’ re daye hat taloqkirin. Tehliyeya Besra Erol ku diviyabû di 9’ê Kanûnê de were berdan salek hat taloqkirin.

Kurê Besra Erol, Evrîm Denîz Erol, di êrîşa xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li baxçeyê Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûsa Rihayê, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dabû. Besra Erol ku di 30’ê Nîsana 2019’an de ji ber axaftinên li ser gora kurê xwe hat darizandin, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Di encama darizandinê de 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Besra Erol ku cezayê xwe temam kiriye, ji ber biryara lijneya çavdêriya girtîgehê, tehliyeya wê hat taloqkirin.   

‘Hiqûq tune ye’

Girtiya nexweş ji girtîgehê bi peyama ji ajansa me re şand bertek nîşanî bêhiqûqiya ku tê jiyîn da û got: “Heq û hiqûq tune ye.”

Besra Erol a gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene, diyar kir ku nikare êdî li girtîgehê bimîne, banga hevgirtinê li hiqûqnasan kir.

Lijneyê got ku ‘Pêwendiya te ya hestiyar didome’

Besra Erol îfade kir ku ji ber li gel girtiyên siyasî dimîne û qebûl nekiriye biçe qawîşeke din, tehliyeya wê hatiye taloqkirin û got: “Ji min pirsîn gotin ‘tu poşman î?’ DAIŞ’ê kurê min qetil kir, çima ez ji axaftina xwe poşman bibim? Gotin; ‘pêwendiya te ya hestiyarî heye’, tehliyeya min taloq kirin.”

Li girtîgehê 6 carab emeliyat bû

Besra Erol hem bal kişand ser temenê xwe û hem jî pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê û bi bîr xist ku li girtîgehê 6 caran emeliyat bûye.

Besra Erol der barê tiştên dijî de wiha got: “Beriya werim girtin emeliyat bûbûm. Ev 6 sal in ez li girtîgehê me. Di nava vê pêvajoyê de 6 caran emeliyat bûm. Ji tenişta xwe 2 caran, ji rehma xwe, çav û qirika xwe ez emeliyat bûm. Lê hê pirsgirêkên min ên tendirustiyê hene. Ev 2 meh in ji bo qirika xwe ez diçim kontrolê lê belê ji ber xeter e nayê emeliyatkirin. Ji ber êşa çokên xwe ez di rabûnê de zoriyan dikşînim. Ji ber van pirsgirêkên tendirustiyê nikarim di şertên girtîgehê de bijîm. Êdî ez gelek zehmetiyan dikşînim.”

Besra Erol bertek nîşanî taloqkirina tehliyeya xwe da û daxwaz kir ku demek ji ya din zûtir were berdan û banga piştevaniyê li parêzer û parêzvanên mafên mirovan kir.

Parêzer Rihan Gok: Lijne sûc dike

Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Rihan Gok diyar kir ku pêvajoya heyî bi awayekî ne hiqûqî tê meşandin û mafê bingehîn ê kes tune tê hesibandin, lijneya ku bi biryarên siyasî tevdigere û biryaran dide, sûc dike.

Rihan Gok da zanîn tu hincetek hiqûqî ya biryarê tune ye û ji ber biryara ku lijneyê girtiye mafê bi sedan kesên girtî tê binpêkirin û wiha got: “Biryara lijneyê pêkanînek antîdemokratîk e. Ev pêkanîna ku di van salên dawî de em rast hatine derhiqûqî ye. Ev biryar siyasî ye. Lijneyên ku li girtîgehan in, weke dadgehan tevdigerin û dubare girtiyan didarizînin.”

‘Dibe sedema gelek binpêkirinên mafan’

Parêzer Rihan Gok bal kişand ku lijneya çavdêriya îdareyê (ÎGK) biryaran kontrol nake û got: “Taybetmendiyeke van biryarên siyasî ew e ku pêkanînên wê kontrol nake di darizandinê de zelal nîn e. Bi kurtasî ji ber darizandin û pêkanînên kêfî tu fikarek ku wê pêkanînek were kirin tune ye. Biryarên lijneyê der barê girtiyan de dibin sedem ku careke din werin darizandin. Lijneyên ku ji derveyî hiqûqê ne, bi biryarên siyasî û prîmîtîf dibin sedema gelek binpêkirinên mafan.”

Rihan Gok destnîşan kir ku ji ber biryarên hatine dayîn nexweşiyên Besra Erol a girtî girantir bûne, da zanîn ku di vê xalê de hem mafê tendirustiyê hem jî mafê jiyanê tê binpêkirin.

 Dûrî standartên gerdûnî ne

Rihan Gok anî ziman ku biryarên hatine girtin ji bo girtiyên nexweş encamên girantir bi xwe re tînin û wiha got: “Di şexê Besra Erol de, ev biryar bêyî temen, nexweşî û dema di girtîgehê de derbas kiriye li ber çavan were derbaskirin, hemû mijarên têkildarî mafên mirovan û hiqûqê binpê dike. Di aliyê standartên gerdûnî û norman de, ev pêkanînên ku bi awayekî sîstematîk didomin dermirovî ne.”

‘Ji bo ku ev pêkanîn ji holê rabe divê xebatên zagonî werin meşandin’

Rihan Gok destnîşan kir ku biryarên ne hiqûqî yên hatine dayîn divê di qadên navneteweyî de bikevin  rojevê û diyar kir ku divê heyetên serbixwe û bêalî serdana girtîgehan bikin û wiha got: “Ev rewş divê li meclisê dem bi dem bikeve rojevê û ji bo ev pêkanîn ji holê rabe, xebatên zagonî werin meşandin. Divê der barê şert û mercên jiyanê mirina girtiyên nexweş de muameleyên hiqûqî werin meşandin û dawî li van pêkanînan were. Mirina her kesê/a li girtîgehê cînayetek e. Ji ber cinayetê divê der barê saziyên eleqedar de giliya sûc bikin.”