Girtiya ku mafê wê yê telefonê hatî astengkirin hate surgunkirin

Girtiya 20 salan Nîlufer Şahîn ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê mafê wê yê telefonê hatî xesp kirin, hate diyarkirin ku bêyî ku xeber bidin malbata wê sewqî girtîgeha Kandira kirine.

Navenda Nûçeyan -  Girtiya 20 salan Nîlufer Şahîn ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, hevdîtina bi telefonê ya her roja înê bi malbatê re hate astengkirin.

Nîlufer Şahîn xwest ku di ew saeta ku li malbata xwe digere, malbata wê ne guncaw de, mafê xwe yê têkiliya telefonê di seatek din de bi karbîne, hate zanîn ku ji aliyê îdarê ve bersiva ‘naxwaze mafê xwe bikarbîne’ û mafê xwe yê telefonê bi karaniye hate dayîn.

Hate diyarkirin ku piştî astengkirina mafê telefonê, bêyî ku xeber bidin malbatê, Nîlufer Şahîn sewqî girtîgeha Kandira kirine.