Jinên Şengalê: Em ê nehêlin îradeya me tune bê hesibandin

Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî saziyên xwe ji bo PADÊ meşiyan. Jinên beşdarî meşê bûn bertek nîşanî biryarê dan û gotin: “Em ê nehêlin îradeya me tune bê hesibandin.”

Şengal – Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi sedan xelkê Şengalê ji bo piştgrtiya bi PADÊ’ê re, meşek lidarxistin. Piştî meşê Şengaliyan bi daxuyaniyekê biriyara girtina PADÊ şermezarkirin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin da ku biriyara xwe hilweşîne.

Mesê ji ber avahiya Detseteya Rêveber a Şengalê bi dûşmeyên ‘ PADÊ îradeya me ye’, ‘bimre îxanet’, ‘bijî berxwedana Şengalê’ her wiha bi bilindkirina alên PADÊ destpêkir. Bi sedan kes tevî nûnerê sazî û rêxstinên Şengalê, serok eşîrên civakê tevli meşê bûn.

Meşa gel heya ber avahiya hêzên ewlekariya Niştimanî ya Iraqê (Emin Elwetenî ) dewam  kir. Li vir Şengaliyan bi daxuyaniyekê daxwazên xwe gihandin Hikûmeta Iraqê.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayf Şemo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de dawaz ji hikûmeta Iraqê hate kirin daku biryara girtina PADÊ hilweşîne û rê bidin civaka Êzidî jî mîna hemû civakên din nûnertiya xweya siyasî bikin û xwe bi xwe bı rêve bibe.

‘PADÊ tekane partiya siyasi ye ku dikare daxwazên me bigihîne cihên peyîwendîdar’

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em wek gelê Şengalê ji destpêka fermanê ve û di dîrokê de jî me herdem xwe beşek ji Iraqê dîtiye û liber vê axê de me bedel dane. Em wek alîgirên PADÊ daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, dest ji vê biryarê berde û daxwazên gel esas bigire. Ev biriyar nakeve di xizmeta gelê mede û em bi hemû hêza xwe li dijî biryarek bi vî awayî ne, ji ber ku PADÊ tekane partiya siyasi ya ku dikare daxwazên xelkê me bi awayekî rast bigihîne cihên peyîwendîdar.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin da ku nekeve xefika dewleta Tirk û PDK’ê û  wiha hate gotin: “Ev biriyar ne di berjewendiya gelên Iraqê deye, belkû liser daxwaza dewleta Tirk û hevakrên wê PDK’ê pêk hatiye. Pêwîste hikûmeta Iraqê vê yekê bizanibe û xwe ji van plana dûr bike.”

Piştî daxuyanî bidawî bû gel seredana navenda PADÊ ya li Şengalê kirin û piştgrtiya xwe ji bi partiyê dan diyakirin.  Gel ji aliyê rêvberiya PADÊ ve hate pêşwazîkirin û spasiya gel kirin.

Jinên êzidiyên ku tev li meşê bûn bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku çi bibe jî dê xwedî li PADÊ û destkeftiyên xwe derkevin.

‘Em ê nehêlin îradeya me tune bê hesibandin’

Tewrê Hisên diyar kir ku dê tu carî nehêlin PADÊ, îradeya wan tune bê hesibandin û wiha got: “Em wek jinên êzidî nehêlin PADÊ were tune kirin û em ê kar û xebatên xwe bidomînin. Em ê nehêlin yek kes jî dest biavêje îradeya me. Dewleta Iraqê çi bike jî em ê axa xwe biparêzin û em ê nehêlin me bixapînin. Rewşa Şengalê ne wek beriya 2014’an e. Em dayik, keç û xortên êzidî pêşiyan êrîşan bigirin, em ê nehêlin dîsa destê xwe biavêjin axa me. Em heta dawiyê li pişt hêza xwe ne û em ê bi hêza xwe, xwe biparêzin.”

‘Lazim e em îxanetê tune bikin’

Zehriye Şemo got ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û ev tişt anî ziman: “Em ê bibin yekdestî û destê hev du bernedin. Ji aliyê din ve lazim e em îxaneta di nav civaka me de ye derxînin û destûr nedin îxanetê. Em ê heta dawiyê ji bo parastina ax û destkeftiyên xwe li ber xwe bidin.”

‘Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin’

Tewrê Xelef jî ev nirxandin kir: “Em girtina PADÊ qebûl nakin û PADÊ bi xwîna şehîdên me hatiye avakirin. Dixwazin bi girtina PADÊ vîna êzidiyan tune bikin. Dixwazin her tiştên civaka êzidî ku bi xwîna şehîdan ava bûye tune bikin. Çi dibe bila bibin em ê xwedî li PADÊ û destkeftiyên xwe derkevin.”