Girtina govendê weke ‘Piştgiriya ji rêxistinê re’ hat dîtin

Li Sêrtê 4 kesên ji ber govendê ku du ji wan zarok bûn hatin girtin, îdanameya dar barê wan de hat amadekirin. Dadgehê diyar kir ku bi girtina govendê gelek ‘sûc’ hatine kirin û îdia kir ku armanca kesan bi girtina govendê “piştgiriya ji bo rêxistinê” ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Sêrt- Piştî ku der barê kesên li ber stranên Kurdî govend gerandin de li ser medyaya dîjîtal ‘nêçîra pîrhevokan’ hat destpêkirin; bi dehan ciwanên Kurd hatin girtin. Li ser medyaya dîjîtal bi hedefnîşandana hesabên sexte, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” girtina kesan rastî bertekên mezin hat. Li Misirca Sêrtê jî bi hinceta ku di dawetek de govend gerandine di 25’ê Temûzê de bi serdegirtina malan A.T. (17), S.T. (17), Edanur Taşkesen (19) û Tulîn Taşkesen (21) hatin girtin. tutuklandı. Li Filîz Taşkesen jî cezayê girtina li malê hat birîn. Dadgeriyê parvekirina hesabê nijadperest ê bi navê “Ajans Muhbîr” weke delîl nîşan da. Der barê 4 kesên ku 2 ji wan zarok bûn hatin girtin de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hevoka “Di nava civakê de avakirina baweriya ku rêxistin xwedî hêzeke mezin e û dikare bigihîje armanca xwe” balê kişand, danişîna yekem a dozê 16’ê Tebaxê li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Sêrtê dê were dîtin.

Ceza hat xwestin

Di îdianameya 5 rûpelî de behsa avabûna PKK-KCK’ê û dûre jî pêşketinên ku çêbûne tê kirin û dûre jî behsa îxbara ku bi vîdyoya ji ser hesabê medyaya dîjîtal hatiye şandin tê kirin. Dadgehê îda kir ku bi strana di vîdyoyê de propaganda hatiye kirin, di beşa nirxandinê de jî sûcdariyên balkêş hatiye kirin. Tê îdiakirin ku bi gotinên stranê “Sempatiya gel ji bo rêxistinê hatiye zêdekirin” “piştgiriya çalak ji bo rêxistinê” “gihîştandina dengê rêxistinê ji bo girseyê” sûc hatiye kirin.

Doza yekem a danişînê 16’ê Tebaxê dê li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Sêrtê were dîtin.