"Girtîgehên dewelta tirk bûne cihê işkence û qetilkirinê"
Endama Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gûlîstan Etî şert û mercên ku girtiyên li girtîgehên Tirkiyê dimînin nirxand û got: "Dewleta tirk girtiyan di şert û mercên herî zor dide girtin. Ji lewra divê hesabê van binpêkirinan were xwestin."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Dewleta Tirk bê nav de kesayetên siyasî, rewşenbîr, hiqûqnas û rojnemevan jî heyî her kesê daxwaza wekhevî, demokrasî û rastiyê dike bin çav dike. Girtî nayên ji hemû mafên xwe bê par dimînin. Di vê mehê de 4 girtiyan bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Malbatên girtiyan dibêjin ku zarokên wan ji ber işkenciyê tên qetil kirin, lê dewleta Tirk dibêje ku ji ber nexweşiyê ne. Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gûlîstan Etî girêdayî mijarê nirxandinên giring kir.
"Girtî di pergaleke işkenceyê de tên girtin"
Gûlîstanê di destpêkê de şert û mercên li girtîgehan wiha anî ziman: "Dewleta tirk roj bi roj asta hovîtî û kiryarên xwe bilindtir dike. Di hundir Tirkiyê de mafê mirovan tê binpê kirin, girtîgehên dewleta tirk bi girtiyên siyasî dagirtî ne. Ew gel him li derve û him jî di gundir zîndanan de rastî kiryarên tên. Lê ya herî balkêş ewe ku tevahî girtî bi bihaneyên siyasî tên binçavkirin. Li ser asta cîhanê zagon û hevpeymanên mafê girtiyan hene, divê ku ew girtî ji aliyê xwarin, vexwarin, tendirustî û mafê hevdîtinê bê par nemînin. Lê dewleta tirk weke her car tevahî mafê girtiyan binpê dike û rêbaza işkenceyê bi kar tîne, ji lewra di her çend rojan de girtîyek jiyana xwe ji dest dide."
"AKP hewil dida hilweşîna xwe bi van kiryaran veşêre"
Gûlîstanê hişmendî û aloziyên ku Tirkiyê dijî nirxand û got: "Sucê van girtiyan tune ye, lê li gor dewleta tirk sucê herî mezin daxwaza azadî, maf û hebûna mirovan e. Lê divê ku êdî rêxistinên mafên mirovan mûdaxeleyî vê mijarê bibin, dema ku mirovek di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide pêwîste rapor li ser sedemên mirinê were pêşkêş kirin. Lê ji ber ku ewqas kes bi eşkenceyê jiyana xwe ji dest didin, dewleta tirk mirina wan vedişîre. Her wiha mafê girtiyan yê hevdîtina bi malbatê re heye, lê ev maf jî tê binpê kirin. Dewleta tirk ev nêzikatî li hember gelê Kurd dike, lê em dibînin di vê demê de tevahî kesên ku daxwaza wekhevî û demokrasiyê dikin, rastî heman çarenûsê tên. Ev kiryar rastiya pergala AKP`ê ya hov û dîktetor eşkere dike ku dixwezin desthilatdariya xwe bi van rêbazên ku me anîn ziman biparêze. Weke tê zanîn jî dewleta tirk di nava xwe de lewazî û pirsgirêkên gelek cidî jiyan dike, bi taybet jî bilindbûna nirxê dolar ku leyreya tirkî têk dibe. Di vê rewşê de dewleta tirk dixweze binketina xwe bi riya van kiryaran veşêre."
"Di pergala dewleta tirk de jin bi kiryarên herî xirab re rû bi rû dimînin"
Endama PDKS`ê Gûlîstan Etî di dawiya axaftina xwe bal kişand ser bûyera Garîbe Gezen û got: "Dewleta tirk kiryarên xwe yên herî derexlaqî li hember jinan bi kar tîne. Cîhanê tevahî jî li ser cînayeta hov ya siyasetmedar Hevrîn Xelef bûn şahîd. Li rex wê jî bi dehan kiryarên dewleta tirk yên bi wî rengî hene. Dewleta tirk heman rêbazan di hundir girtîgehên xwe de jî bi kar tîne, mirina bi guman ya Garîbe Gezer jî mînaka vê yekê. Tirkiyê diyar kirbû ku Garîbe dawî li jiyana xwe anî, lê malbat û kesên di girtîgehê de teqez kirin ku Garîbe rastî tecawiz, işkenceya fîzîkî hatiye û herî dawî jî hat qetil kirin. Ev bûyer di tu hevpeyman û zagonên parstina mafê girtiyan nayê pejirandin, divê ku jinên girtî bi taybet parastin û nêzikatiyên li hember wê cuda bin. Ji lewra ev bûyer şermeke mezin e û em bi tundî şermezar dikin. Pêwîste êdî dewleta tirk li ser asta binpêkirina binpêkirina mafên mirov were ceza kirin."