“Girtîgeh bi berxwedana jinên Kurd û Filistînî dihejin”
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne ji girtiyên jin ên Fîlîstînê re name şand. Ayşe bi gotina “Ji bo jinên giriyên Filistînê û tevgerên jinan” dest bi nameya xwe kir û got: “Me girtiyên Kurd û Filistînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kir û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.”
Navenda Nûçeyan - Navbera 17 û 24’ê Nîsanê weke Hefteya Piştevaniya bi girtiyên Filistînê re ne. Di vê hefteyê de kesayetên demokrat û baldar bi name û peyamên cuda piştevaniya xwe ya ji bo girtiyên Filistînê nîşan didin. Bi vê bûneyê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokan ya 27’ê çile hatî binçavkirin û 28 heman mehê li 9'êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" hatî girtin ji wê demê ve li Girtîgeha Jinan Amedê tê girtin jî bi nameyekê piştevaniya xwe ya ji bo girtiyên Filistînê nîşan da.
“Girtîgehên Tirkiye û Îsraîlê bi berxwedana jinên Kurd û Filistînî dihejin”
Ayşe di nameya xwe de destnîşan kir ku girtiyên Kurd û Filistînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn hevpar kirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin. Ayşe berxwedana girtiyan silav kir ev tişt anî ziman: "Ji bo jinên girtî yê Fîlîstinî û tevgerên jinan… Hêzên emperyal dema ku serî li çavsoriya ku welatên Kurdistan û Fîlîstnê tune bikin, xistin, bi heqîqeteke ku texmîn nedikirin re hatin rû hev. Dewletên emperyal rûpûşên xwe xistin. Berxwedana jinên Kurdistan û Fîlîstinê, dirûtiya dewletan derxist holê. Belê dibe ku hovîtî û çavsoriya dewletan di carekê de bi dawî nabe, lê dewletan jî ispat kirine ku mekanîzmayên hovîtiyê ne. Bi berxwedana girtiyên Kurdistan û Fîlîstînê re zindanên Tirkiye û Israîlê, bi berxwedana jinên Kurd û Filistînî dihejin.
Em di 17’ê Nîsanê Roja Piştevaniya Girtiyên Fîlîstînî de ligel we ne. Me girtiyên Kurd û Filistînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn hevpar kir û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.”