Geşedanên nû di doza Rifqa El-Şarnî de hatin eşkere kirin

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Yekemîn Mahir Kirîşan, geşedanên nû di doza Rifqa El-Şarnî de, ya ku hefteya borî ji hêla hevjînê xwe yê polîs ve hatibû kuştin, eşkere kir.

Tûnis –  Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Yekemîn li parêzgeha El-Kaf ku dikeve bakurê rojavayê Tûnisê Mahîr Kirîşan diyar kir ku ji ber Seroka Komeleya Jinan û Hemwelatîbûnê, Kerîma El-Berînî der barê Rifqa El-Şarnî de xwedî agahî bû lê tiştên dizanîbû negotibû bûyer jê hatiye pirsîn. Rifqa El-Şarnî jê re gotibû ku hevjînê wê ji ber giliyê wî kiriye ew bi kuştinê tehdîd dike lê wê ev yek veşartibû. 
Rifqa El-Şarnî ku di 9'ê Gulanê de ji hêla hevjînê xwe ve hat kuştin, bû sedema hestyariyê li Tûnisê. Rêxistinên femînîst ji bo parastina jinan ji şîdeta nav malbatê gelek kampanya dan destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Tûnisê di Tîrmeha 2017'an de Qanûna Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan pejirandibû û qanûn armanc dike ku tedbîrên jiholêrakirina her cure şîdeta li dijî jinan pêk bîne, ji bo rêzgirtina rûmeta mirovahiyê.
Ji sala 2011'an ve asta şîdetê li Tûnisê zêde bûye ku gelek caran gihîştiya êrîşkarî û kuştinê, çi li qadên giştî û çi li malan. Wezareta Navxweyî ya Tûnisê piştrast dike ku di sala 2013'an de 46 jin bi zanebûn hatine kuştin.