Gernendeya nû ya ajansa Reuters ê Alessandra Galloni ye
Piştî 170'ê salan ajansa Reuters ê edîtor Alessandra Galloni weke yekem jina gernendeya karê nivîsan a ajansê peyîwirdar kir.
Navenda Nûçeyan – Yek ji edîtorên ajansa Reuters ê Alessandra Galloni ya 47 salî, ku yek ji edîtorên herî girîng ên ajansê tê zanîn, piştî teqawidbûna Gernendeyê Karê Nivîsan Stêfen Adler, ku di deh salên çûyî de gernendehiya ajansê kir, hate teyînkirin.
Di sala 1851'an de Reuters li Londonê dest bi weşanê kir, piştî 170 salan yekemîn car jinek gernendehiya wê dike.