Gerestêrkek nû hate dîtin

Stêrknasan ragihand ku gerestêrkeke nû li derveyî pergala Rojê keşf kiriye ku dibe av lê hebe.

Navenda Nûçeyan – Tîmek ya stêrknasan ragihand ku gerestêrkeke nû li derveyî pergala Rojê keşf kirine ku bi navê LHS 1140b tê naskirin û da zanîn ku dibe av lê hebe û ji Cîhanê 48 salên ronahiyê dûr e.

Stêrknasan da zanîn ku dibe tebeqeya hewayê ya vê gerestêrkê hebe ku kutleya wê ya derve 6 qatan ji gerestêrka me mezintir be û li dora stêrkeke biçûk û sor digere.

Li gorî raporek a  rojnameya Daily Mail a Brîtanyayê, dema mijar girêdayî lêgerîna li jiyanê li derveyî gerestêrka me be, ev gerestêrka herî balkêş e.

Li gorî heman raporê, keşfkirina LHS 1140b beşeke nû ya rêwîtiya mirovahiyê ji bo keşfkirina gerdûnê ye û hêviyê xurttir dike ku gerestêrkên din mîna ya me bên keşfkirin.