Ger zagon ketibana meriyetê niha Gulîstan dijiya

Komeleya Rosayê girêdayî qetilkirina Gulîstan Şaylemezê daxuyanî da û diyar kir ku ger zagon ketibana meriyetê niha Gulîstan dijiya.

Amed - Gulîstan Şaylemez a ku 15’ê sibatê  li Amedê hatibû qetilkirin birayê wê Abdullah Şaylemez ê ew qetilkirî hatibû girtin. Cenazê Gulîstanê jî 3 rojan li morgê mabû. Hat zanîn ku bi mêrê di sala 2014’an de li Elmanyayê pêre zewicîbû re pirsgirêk jiyabû û piştî salekê berdabû. Gulîstan a piştî hatibû berdan ji aliyê mêrên malbatê ve dihat tehdîdkirin û rastî şidetê dihat, çend meh berê vegeriyabû Amedê. Ji ber tehdîdan giliyê bavê xwe Abdulvehap Şaylemez û mirovê xwe Adil S. kiribû, derket holê berî bê qetilkirin bi 10 rojan îfade daye. Piştî 3 rojan diya wê ji Elmanya hat û cenazê wê ji morga Nexweşxana Selahadin Eyubi ya Dewletê girt û li Goristana Yenikoyê ya Amedê defin kir.
Komeleya Jinan a Rojsayê ku derbarê qetilkirina Gulîstanê de daxuyaniyek nivîskî weşand got, "Em li dijî zîhniyeta mêr ku ji bo qetilkirinê xwe organîze kiriye banga berpirsiyariyê li her kesî dikin."
Komeleya Jinan a Rosayê di daxuyaniya ku weşand de diyar kir ku Gulîstanê di temenê biçûk de hatiye zewicandin, di temenekî ciwan de bûye dayika 4 zarokan û xwestiye ku ji kesê pê re hatiye zewicandin veqete. Di daxuyaniya komeleyê de hat diyarkirin ku ji bo pêşî li zewaca biçûkan bê girtin têkoşînê didin, lê pergala mêr ji bo pêşî li vê zewacê bigire tu sererastinan nake. Herwiha di daxuyaniyê de pirsa çima ji aliyê zîhinyeta paşverû ve tê xwestin ku Peymana Stenbolê bê îptalkirin jî hat kirin.
 Di berdewamiya daxuyaniyê de derbarê Gulstanê de ev tişt hat gotin: "Gulîstanê hat Amedê û ji bo debarê ji xwe re kar peyda kir. Lê Gulîstanê di bin zextan de bû. Çû qereqolê gilî kir û derbarê wê de biryara parastinê hat dayîn. Lê li gel vê biryarê jî Gulîstanê hat qetilkirin. Pêkanînên Kdes jinan naparêzin. Jinên ku diçin gilî dikin û dibêjin ew di bin zextan de ne li kuçe û kolanan tên qetilkirin. Divê qanûna 6284'an baş bê bikaranîn.
Kujerên Gulîstanê derbarê kuştina wê de gelek hincetên zayendperst nîşan dan. Divê mekanîzmayên di nava civak û dewletê de ji bo ku jinan bidin jiyandin ji nû de bên dîzaynkirin. Divê qanûn û peyman li ser kaxizan memînin û bên pêkanîn. Ji bo ku zîhniyeta mêr a kujer bê veguheztin em banga berpirsiyariyê li her kesî dikin."