"Ger xebat di çarçova şerê gel ê şoreşgerî de be serkeftin mîsogere"
Hevseroka Desteya hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û bandorên wê li ser xebatên jinê nirdand û wiha got: "Gelê herêmê nêzî 10 sal in di nava vê şoreşê de ye êdî tecrubeya me heye ku em li hemberî vî şerî qirêj bisekinin û destkeftiyan bi dest bixin lê divê gel li hemberî vî şerî parastina rewa pêşbixe."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava, kiryarên dermirovî tên jiyîn, di encama van êrîşan de kesên ku bedelên giran didin, jin û zarok in. Piştî aloziya Sûriyeyê şer li van herêman dest pê kir. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tevahî şer û pevçûn hene. Di van şeran de her kes dixwaze destkeftiyan qezenc bike û gelek dewlet-netewe dixwazin desthilatdariya xwe ya baviksalarî li ser civakê bide meşandin û jinan bike koleyên xwe. Herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava yek ji van herêmên ku rojane rastî gef, kiryar, êrîş, topbaran û tundiyê tê. Ji milekî ve jin dibin qurban û ji milekî ve jin dibin pêşeng. Bi avabûna Yekîneyên Parastina Jin di 4'ê Nîsana 2013'an de bû îlham ji tevahî jinên cîhanê re. Bi vê îlhamê re tevahî jinan cihê xwe di nava sazî û dezgehan de girtin û niha pêşengiya wê yekê dikin. Mînakên ber bi çav şerê Kobanê, hemleya Minbic, Reqa, Tebqa, Baxoz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û niha berdewama wê li Eyn Îsayê û Til Temirê tê kirin. Jinên Kurd îlhama şer gihandin tevahî jinan û berxwedaniyek hat çêkirin û hemû jin niha di mewziyên şer de ji hemû pêkhateyan tola xwe ji çeteyên dewleta tirk hiltînin û dixwazin xwe bigihîjînin bêhna azadiyê. Ne tenê ji di şer de dibin pêşeng, di hemû qadên jiyanê de leşkerî, siyasî, çandî, civakî û hwd. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo ji ajansa me re axivî.
"Bi vîna şerê gelê şoreşgerî dê serkeftin misoger bibe"
Sozdar da zanîn ku bi parastina rewa û têkoşîna gelê şoreşger wê ev êrîş vala bên derxistin û wiha got: "Rewşa herêmê û rewşa Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hev ne qut in. Ji bo em van êrîşan vala derxin û rêberê xwe azad bikin, me dest bi hemleya "Dem dema azadiyê ye", kiriye. Bi riya civînan em gel hişyar dikin û çawa xwe amade bikin ku ger şer bê ber derî. Êdî ev gel ne gelê berê ye ku koçber bibe yan jî bitirse. Divê em êdî koçberiyê ji mêjiyê xwe derxin tenê em bihizirin ku çawa êrîşan vala derxin. Ev hemleya me daye destpêkirin derbasî sala xwe ya duyemîn dibe. Ji bo vê jî wekî min anî ziman ku rewşa gel bi rewşa Rêber Apo ve girêdayî ye. Armanca dewleta tirk ber çav in ku dixwaze herêmên me dagir bike û demografiya wê bide guhertin wekî ku niha çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çanda, dîrok, erdnîgarî û ziman da guhertin, hewl dide van herêmên me jî bide guhertin. Dewleta tirk bi rêbazên cur be cur êrîşî herêmên me dike, çi ji aliyê leşkerî, siyasî, çandî, şerê taybet, civakî û qutkirina avê. Wê ev hemleya me bibe bersiv ji tevahî êrîşan re."
"Gel bi xaka xwe ve girêdayî ye"
Sozdar di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku piştî civîna her serokan bêencam derket wê demê lewazbûneke di hundirê Tirkiyeyê hat çêkirin û wiha domand: "Dewleta tirk bi rêbazên şerê taybet xwest ewlehiya herêmê xira bike, çênebû, niha jî di riya şerê derûnî, keşif û şerê psîkolojî li ser Medya Mecazî dide meşandin, em bikin nekin bandora xwe li ser gel tê kirin, em bi gel dibêjin ku hemû şerê tê kirin şerê taybet de divê em hişyar bin. Guh nedin şerê psîkolojîk, jixwe şer ji sedî 70- 80 şerê derûnî ye bi wê yekê dijmin bi ser dikeve. Vîna gelê herêmê ji tundiya dewleta tirk mezintir û tu carî wê dijmin serkeftinan bi dest nexe. Ji ber ku her têgihîştiye bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne, li ser wê fikrê dimeşin. Heya mirov an jî kesên welatparêz hebin tu kes nikare axa me dagir bike. Li pêşiya çavên her kesê dewleta tirk malbat welatparêz a Gulo kirin armanc. Gel di wê zane bûnê de ye kîjan malbat welatparêz be wê bê hedefgirtin lê dîsa jî dest ji vê têkoşîna xwe bernadin, dizanin dema ev herêm bê dagirkirin wê rewş veguhere dojehê. Şûna jiyana tarîtî em ê jiyana bi ewle û aram ava bikin. Em dizanin em Kurd nayên qebûlkirin lê em ê bi fedakarî û qehremaniya xwe, xwe bidin naskirin û qebulkirin. Bi taybetî jin ku di cîhanê de bû sembola azadiyê."
"Welatparêz tên hedefgirtin"
Sozdar bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi hinceta ku dewleta tirk dibêje ez êrîşî terorê dikim û dixwazim terorê ji van herêman rizgar bikim. Her tim ev hincet xwe dubare dike, dewleta tirk di dîrokê de tê naskirin ku tenê yek al, ziman û çandê dipejirîne. Beriya demekê dewleta tirk li Konyayê endamên malbatek qetil kir, li Eyn Îsayê jî komkujî pêk hat. Ev dide diyarkirin ku dewleta tirk ne tenê Kurdan dike armanca êrîşên xwe. Ya rast û ber bi çav eve, ne tehemulkirina dewleta tirk ji projeya neteweya demokratîk ku hemû pêkhate cihê xwe di nava projeyê de digrin. Pergala ku em didin meşandin tersî pergala desthiladaran e. Bi êrîşan û kiryaran dewleta tirk bi ser neket, bi riya şerê leşkerî bi bin ket, vê carê jî dest bi teqîn û tevgera keşfê kiriye, li ser herêma Firat, Cizîr, Şehba, Minbic tevgera keşifê bênavber didome. Dewleta tirk ku îro êrîş neke wê sibe bike, ev îhtîmal her heye, ji bo vê jî li şûna em koçber bibin û terka welatê xwe bikin, ji bo em nebin wekî amûr û hevkarên dijmin. Divê em axa xwe biparêzin. Niha bi sedan gel ku rastî êrîşan hatine û terka vê axê kirine, îro li welatên biyanî tên kuştin, jiyana xwe ji dest didin. Ev şerê ku niha tê kirin şerê Kurdan ê hebûn û tunebûnê ye. Kurd an wê jiyana bi rûmet ji xwe re hilbijêrin an jî jiyana koletiya heya dawiyê. Lê yê me wek herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê -Rojava me xeta sêyemîn hilbijartiye û em ê li ser wê xetê têkoşîna xwe bidomînin."