“Ger PDK’ê cenazeyên me nedabe dewleta tirk bila radestî me bike”

Çalakvanên konê rûmetê li ber deriyê sînorê Sêmalka têkildarî pêşveçûna çalakiya xwe di roja 47’an de nêrînên xwe anîne ziman û gotin: “Kiryarên PDK’ê xizmeta berjewendiyên Kurdan nake lê belê dikeve xizmeta dagirkeriya dewleta tirk li ser axa Kurdistanê. Em naxwazin xeyalên xwe bi avakirina Kurdistana azad winda bikin, ji bo wê ya girîng ew e ku em niha statuya xwe di qada navneteweyî de bi cih bikin. Bila PDK cenazeyên me radest bike ger ne ji van şervanên azadiyê bûya wê zûde rûmeta Başûrê Kurdistanê bi destên çeteyên wekî DAIŞ’ê û dewleta tirk bihata şikandin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Di meha Tebaxê de Hêzên PDK’ê li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê bi kemîneke plankirî 5 şervanên tevgera azadiyê şehîd xistin û yek jî birîndar kirin. Siyasetên PDK’ê û kiryarên wê li dijî Kurdan dikeve xizmeta hêzên desthilatdar ên mîna dewleta tirk ku dixwaze Kurdistanê bi temamî dagir bike. Bi armanca radestkirina cenazeyên şehîdan şêniyên Rojavayê Kurdistanê bi hemû neteweyên xwe li ber deriyê sînorê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de konê çalakiyê vedane. Konê çalakiyê roja xwe ya 47’an derbas dike û her sê rojan komên nobetê ji hemû sazî û dezgehên civakî radestî komeke din tê kirin. Hebûna gel bi daxwaza mafê radestkirina şehîdên xwe bi îsrareke xurt bi pêş ve diçe. Tevî hemû rewşên zehmet gelecaneke xurt di nav gel de ji bo parastina rûmeta şehîdên xwe xwe heye. Çalakvanên ku beşdarî konê çalakiyê bûne têkildarî rewşê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 “Kiryarên PDK’ê dikevin xizmeta dagirkeriya dewleta tirk”
Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşîd ku di Roja 47’an de nobeta konê çalakiyê dewr girtiye, der barê armancên beşdarbûna xwe ya konê çalakiyê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di vê merheleya hesas de ku pêwîst e yekrêziya Kurd û kombûna mala Kurd were çêkirin hêzên PDK’ê berê xwe didin xeta îxaneta bi birayê xwe yên Kurd re. Ev kiryarên wiha xizmeta berjewendiyên Kurdan nakin lê belê dikevin xizmeta mayînde ya dagirkeriya dewleta tirk li ser axa Kurdistanê. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê divê li qêrîna dayikên Kurd guhdar bike û ji riya bêbextiya li dijî Kurdan vegere. Heger weke demên berê em îradeya xwe teslîmî dijminên xwe bikin, em ê hemû destkeftiyên xwe yên bi salan ku em ji bo wê têkoşiyane winda bikin. Kurdên baş ew in ku berê bi xwe bifikirin bi êşên gelê xwe hîs bikin. Ji ber her zilim û zordarî li me hatiye kirin lê ger ev zordarî bi destên birayên me be wê hîn dijwartir be. Em naxwazin xeyalên xwe bi avakirina Kurdistana azad winda bikin, ji bo wê ya girîng ew e ku niha em statuya xwe di qada navneteweyî de bi cih bikin. Ger em wisa parçe bin, tu kes wê ji bo me tiştekî neke. Neradestkirina cenazeyên pakrewanan karekî ji derveyî hemû pîvanên exalqî yên mirovahiye ye, ji ber em bi saya van şehîdan heya niha li ser axa xwe dijîn. Daxwaza me ew e ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dest ji van kiryaran berde.”  
Dayika Aştiyê û Endama Komîteya Amadekar a çalakiyê, Sebah Elî têkildarî pêşveçûna çalakiyê wiha got: “Ev 47 roj in ez li vir nobedar im her wiha du caran em weke dayikên Aştiyê çûn ba PDK’ê ji bo radestkirina şehîdan, lê tu bersiv nedan me. Me pir name şandin ji wan re lê dîsa daxwazên me red kirin. Dayikên Kurd dilşewitî ne, PDK’ê zarokên me kirine dijminên me. Em îro naçin ber deriyê Erdogan daxwaza cenazên zarokên xwe nakin, ji ber em dizanin ew yekser dijminên me ye. Pêwîst e PDK’ê bi xwe bi guldesteyan şehîdên me radestî me bikira . Ger were xwestin em ê bi salan di bin vî konî de çalakiyên xwe berdewam bikin. Ger ne ji van şervanên azadiyê bûya, wê zûde rûmeta Başûrê Kurdistanê bi destên çeteyên wekî DAIŞ û dewleta tirk bihatana şikandin. Ger PDK’ê tiştek bi cenazeyên me nekiribe û radestî dewleta tirk nekiribe bila bide me lê mixabin PDK bê dewleta tirk nikare biryarekî bi serê xwe bigre. Em berxwedana gelê xwe silav dikin, em dizanin ji hemû parçeyên Kurdistanê pişgirî ji çalakiyên me re heye, ji dil û can em hezkirinên xwe ji wan re dişînin.
Em di têkoşîna xwe de bi îsrar in heya bidestxistina hemû armancên xwe.”