Ger ku perwerde, di dema şer de bibe peyama berxwedanê
Semer Neccar ji bo zarokên Xezayê çadirek biçûk a perwerdê ava kir dibêje “Di her koçberiyek de min ji xwe re got ku ezê nehêlim şer min têk bibe. Li ser van axên ku karesat lê serdest in, zarokên min hemû zarok bûn.”
NEXEM KERACE
Xeza – Di nav agirên şeran û dengê teqînan de çîrokên têkoşîna mirovane, tevî rastiyên tund û azmûnên dijwar jî xuya dikin. Li cîhê ku her tişt hilweşiyaye, hinek giyan xwe ji nû de ava dikin, mirinê pêşwazî dikin. Ev, çîrokên ku nekarî li ser kaxez bi hibrê bên nivîsandin, lê bi rondikan û bi sebrê li ser dîwarên hilweşînê hatine kolandin. Şahediyek zindî ya hêza mirov a di têkoşîna li hember bêderfetiyê ye.
Semer Neccar li Xezayê di bin zexta dorpêçkirin û bombebaranê de, hê di 30 saliya xwe de di ruyê xwe yê ku şer her tiştî têk biriye de barê têkoşînê hewand. Di nav kavila ku demeke xanî bûye de, di rêzên alîkariyê de, êşa jineke ku zanistî û sebrê hembêz kiriye, êşa jinek xuya dike, lê bi rastiyek erjeng re rûbirû dibîne.
‘Bêyî ku pêk bê xeyalên me bidawî bûn’
Bi awirên xemgîn dibêje ku “Min 8 sal beriya niha dîplomeya matematîkê stend û min dixwest ku ji avakirina pêşerojek baş, bibim mamosteyek baş. Demeke dirêj li benda dîtina derfeta karekî sabît mam, lê karên ku hatin ber destê min ji hevpeymanan wêdetir nebûn. Piştî têkoşîneke demdirêj a li hember bêkariyê, min biryar da ku rêya xwe vekim û ji bo zarokan navendek perwerdehiyê vekim. Lê wek hemû xeyalên me yên din ên li Xezayê, şer bû sedema bidawîbûna wê jî. Bêyî ku ev xeyal pêk bê.”
‘Ji bo min xeyalek bû, lê êdî tenê bîranînek e’
Navenda perwerdê ya ku Semer Neccar ava kiriye, wek pencereyek hêviyê bû di nav tariya dorpêçkirina stemkar de. Çavkanî têr nedikirin, lê tenê tiştek fikirî, agahî û xwesteka xwe bi zarokan bide fêrkirin. Lê gava ku dengên firokan siya xwe ya giran dan ser jiyana mirovan, dijwariya şer derket holê.
Semer Neccar dibêje “Di meha sêyemîn de êdî mirov nikaribû di malê de bimîne. Çareseriyek din tunebû, lewma em neçar man terka mala xwe bidin. Navenda perwerdê ji bo min xeyalek bû, lê êdî tenê bîranînek e. Êdî nizanim çi hat serê xwendevanên min. Bi her perçeyek kavilan ku diket, min digot perçeyek giyanê min çû.”
Koçberiya dubare dike û destpêka nû
Koçberî ji bo Semer Neccar ne tenê rawestgehek bû, rêzerawestgehên dijwar bû. Di nav van rawestgehên ku wendahiyên madî û manewî bi xwe re anîn de, hewl da ku tiştê bi her koçberiyek re hilweşiyaye, ji nû ve ava bike. Ji bo zarokan çadirek biçûk a perwerdê ava kir û bi amûrên herî ji rêzê ji nû ve dest bi xebatê kir. Lê li hember hemû tiştên ku dibêje “çarenûsa bêrehim”, sekna xwe ya bihêz domand.
‘Hemû tişt di bin kavilê de man’
Semer Neccar wiha dibêje: “Di her koçberiyek de min ji xwe re got ku ezê nehêlim şer min têk bibe. Zarokên min hewceyî perwerdê ne. Li vir, li ser van axên ku karesat lê serdest in, zarokên min ne tenê zarokên min bûn, hemû zarok bûn. Ji bo ku tenê hêvî bidim wan, min bi pereyek pir kêm perwerdehî da wan. Lê koçberiya dawî cuda bû; xaniyê ku em tê de disitirîn êdî tunebû û hemû tiştên min di bin kavilê de man.”
Îro Semer Neccar bi zarokên xwe re li ser mînderek kuçeyê rûdinê. Baran bi ser wan de dibare û ji bo ku zarokên xwe ji sermayê biparêze, wan li nav cîranan belav dike. Dibêje ku “Êdî li ser dikek ku nikarim bînim ziman dijîm, ne banek ku me biparêze heye, ne jî potek ku dema baran dibare me jê biparêze.”