Gelo Talîbanê Rojnameger Hasna Sedat a li Efganistanê qetilkiriye?

Li Efganistanê rojnameger Hasna Sedat şevê din piştî ku Talîban ser malê de girt ji ser ban ket jiyana xwe ji dest da. Bikarhênerên medyaya dijîtal û çavkaniyên xwecihî mirina jina rojnameger Talîban berpirsyar dît.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger, lîstokvana sinema û dayîka dû zarokan Hasna Sedat, şevê din bi awayek guman ji ser ban ket û jiyana xwe ji dest da. Bikarhênerên medyaya dijîtal û çavkaniyên xwecihî diyarkirin ku berpirsê mirina Hasna Sedat Talîban e.

Li gora zanyariyên çavkaniya xwecihî; endamên Talîban şevê din li ser mala Hasna Sadat de girtine û xwestine bigrin.

Polîsên Talîban diyarkir ku derbarê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin, nûçeyên ku hatine weşandin derewand. Berdevkê fermandariya polîsên Talîban Halid  Zadran li ser hesabê medya dijîtal ev tişt nivîsand: “Derbarê mirina Hasna Sadat kesek hatiye girtin û lêpirsîn berdewam dike.”

Malbata Hasna Sedat û ji saziyên ku piştgiriya rojanmegeran dike heta niha derbarê mirina Hasna Sedat de tu daxuyaniyek nedane.