Gelek xwendekar ji ber gazê jehrê ketin
Hate hînbûn ku li dibistana amadeyî ya Keçan a Baasê gelek xwendekar bi jehrê ketine û rewşa tenduristiyê ya 2 xwendekaran giran bûye.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên gazê yên li Îranê li dijî dibistanên keçan berdewam dike. Hat zanîn ku 7ê Adarê li Dibistana Amadeyî ya Keçan a Baasê a ku girêdayî navçeya Receb ya parezgeha Dalaho gelek xwendekarên keç bi gazê jehrî bûne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Xwendekarên jehrî bûn rakirin Nexweşxaneya Sarpol Zehabê. Du xwendekarên bi navên Samane Husênî û Gîta Ezîmî ku rewşa wan a tendirustiyê girane, dê îro derbasî nexweşxaneya Xumeynî ya Kirmaşanê bên kirin
Hat diyarkirin ku beriya niha 10 xwendekar ji ber xirabbûna rewşa tenduristiyê rakirine nexweşxaneya Kirmaşahê.