Gelek parêzeran li dijî bêdengiya baroyê îstifa kirin
Gelek parêzeran, li dijî bêdengiya Baroya herêma Fars û Kohgiluyeh-Buyer Ehmed a ji bo xwepêşandanên giştî yên meha Kanûna 2025’an destpê kir, îstîfa kirin.
Navenda Nûçeyan- Komek endamên ku di komîsyon û dezgehên curbecur ên Baroya Edaletê ya Navçeya Fars û Kohgiluyeh-Buyer Ahmed de dixebitin, bi daxuyaniyek îstîfaya xwe ragihandin. Ev gav mîna bertekek li dijî "bêdengî û pasîfbûna baroyê ya li hember daxwaz û xwepêşandanên giştî" hat pênasekirin
Di daxuyaniya îstîfayê de wiha hat gotin:
"Em bawer dikin ku di nav rêxistineke li hemberî daxwaz û xwepêşandanên giştî bêdeng dimîne de, meşandina xebatan bêbandor û bêwate ye, em hebûn û hevkariya xwe ya di nava vê rêxistinê de bêkêr dibînin û ji ber vê yekê îstîfaya xwe radigihînin."