‘Gelê Xezayê bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ye’

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 17 hezar û 700. Bernameya Xurekê ya Cîhanî ya NY’ê, balkişand gelê Xezayê bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ye û diyar kir ku yekane rê agirbest e.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Zîvala Xezayê ku sivîl û malên hedef digre didomin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Qudra, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir di 24 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê de 213 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 210 cenaze û 2 hezar û 300 birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Hejmara miriyan gihişt 17 hezar û 700

Eşref el-Qudra, destnîşan kir ji 7’ê Cotmehê heta niha hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane de gihişt 17 hezar û 700 û hejmara kesên ku di êrîşan da birîndar bûne jî gihişt 48 hezar û 780’an. Eşref El-Qudra, wiha got: "Di saetên dawî de hêzên dagirker 20 komkujiyên hovane pêk anîn û malbatan bi temamî tune kir. Dibistana Xelîfe ya li Xezayê jî di nav de me li welatiyên li cihên niştecihbûnê û dibistanan gelek bangên ku dagirkeran komkujiyek hovane pêk anî, wergirt. Sûc û qirkirina Îsraîlê ya li dijî gelê Zîvala Xezayê, ji ravekirin û mantiqê wêdetir e.” Eşref el-Qudra, diyar kir bi piştgiriya DYA û Ewropayê bidawîkirina hebûna Filistînê derveyî mirovî ye.

Li bajarê Xan Yunus malek hat bombebarankirin

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê; Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê malek li bajarê Xan Yunusê ya li başûrê Zîvala Xezayê bombebaran kirin. Di encama êrîşa hewayî ya li ser mala malbateke Filistînî ya li Xan Yunusê de 10 welatiyên sivîl ku piraniya wan zarok jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Yekîneyên topavêj ê arteşa Îsraîlê derdora nexweşxaneya Ewropayê ya li Xan Yunusê jî topbaran kir.

Hat diyarkirin balefirên şer ên Îsraîlê êrîşên ji bilî herêma Deyr el-Belahê ya li navenda Zîvala Xezayê û li kampên Nusayrat, El-Magazî û El-Zawayida jî êrîşên dijwar pêk anî. Hat diyar kirin êrîşên artêşa Îsraîlê yên li bakurê Zîvala Xezayê didome.

Sekvan jî gulê reşandin

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê de hat diyarkirin, Midûrê Giştî yê Dermanxaneyê yê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref Ebû Mehadî, hewl daye ji bo Nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Xezayê derman û malzemeyên bi dest bixe, rastî êrîşa sekvanên ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatibûn bicihkirin hat. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin sekvanên Îsraîlî yên ku li ser avahiyên nêzî depoyên malzemeyên bi cih bûne gule li Ebû Mehadî reşandine û hat diyarkirin ji bilî Ebû Mehadî ku ji aliyê sekvanan ve hatiye hedefgirtin, ajokarê wesayîtê û kesekî din jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, gule li ambûlansa ku ji bo Ebû Mehadî û kesên din ên birîndar rakirine hat herêmê jî hatiye rêşandin. Der barê mijarê de artêşa Îsraîlê tu daxuyanî neda.

WHO: Em ji êrîşan ditirsin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di parvekirina xwe ya li ser platfroma media dijîtal de, wiha got: "Em ji êrîşên domdar ên li ser xizmetên tenduristiyê yên li Xezayê ketin nava dehşet e." Di daxuyaniya ku hate diyarkirin Nexweşxaneya El-Avde ku ji 5'ê Kanûnê vir ve di bin dorpeçê de ye, hate diyar kirin 2 xebatkarên tenduristiyê dema li nexweşxaneyê kar dikirin hatin qetilkirin.

"Em ji ewlekariya bilez a nexweşan, xebatkarên tenduristiyê û yên din ên li Nexweşxaneya El-Ewde dimînin, ewlehiya saziyên tenduristiyê, karmend û nexweşên li Zîvala Xezayê bi fikar in. Tenduristî ne hedef e.”

Tirên alîkariyê hatin teslîm girtin

Heyva Sor a Filistînê, ragihand ku ew tirên alîkariyên mirovî ji alyê Heyva Sor a Misrê ve hatiye teslîm girtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 100 kamyonên ku ji Deriyê Sînor ê Refehê derbasî Xezeya dorpêçkirî bûn av, malzemeyên xurek, derman û pêdiviyên tenduristiyê hatine barkirin û hate diyar kirin ji 21’ê cotmehê heta niha 3 hezar û 499 tirên alîkariyên mirovî barkirî derbasê Xezayê bûne.

‘Gelê Xezayê bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ye’

Dîrektora Herêmî ya Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka û Rojhilatê Ewropayê Corinne Fleischer, li ser platforma medyaya dîjîtal a bernameyê der barê serdana xwe ya Xezayê de daxuyaniyek da. Corinne Fleischer, wiha got: "Ez 20 salan di rewşên awarte de xebitîm, lê tu tişt tiştên ku min îro li Xezayê dît, bihîst û hîs kir, nayê beranber kirin.

Corinne Fleischer, bal kişand gelê Xezayê bi xetera bêhêvîtî, tirs, birçîbûn û xelayê re rû bi rû ye û malbat hevbûnê û çûne. Corinne Fleischer, destnîşan kir yekane rêya ji holê rakirina metirsiya xelayê ya li Xezayê agirbestek wê gihandina xurekê ya berfireh misoger bike ye.

Li Îsraîlê hikûmetê hat protesto kirin

Li aliyê din bi sedan kesên li dijî hikûmetê li Meydana Habîma ya paytexta Îsraîlê Tel Avîvê kom bûn û ber bi Qada Rehîneyan ve meşiyan. Di meşa ku pankartên li dijî Serokwezîr Benjamin Netanyahu hatin hilgirtin de, bang hat kirin hikûmeta ku bi gendeliyê tê sûcdarkirin îstifa bike.

Li aliyê din komeke din jî li Meydana Parîsê ya li Qudsa Rojava kom bûn û li dijî hikûmeta Netanyahu dirûşme berzkirin. Komek xwepêşanderên ku li bajarê Qeyseriyê li bakurê welat kom bûn jî, bang li Netanyahuyê ber bi avahiya xwe ve çû kirin ku îstifa bike. Xwepêşandarên dirûşmeyên, "Şerm, şerm!" û "Kujer Netanyahu" berz kirin û pankartên "Derkeve û here zilamê dest xwin” û "Bîbî: (Binyamîn Netanyahu) mriovê ku Îsraîl hilweşand” hilgirtin.

Xwepêşanderên ku wêneyên girtiyên Îsraîlî yên li Zîvala Xezayê girtine hilgirtin, bi boneya Cejna Pîroz a Hanûkayê ya Yahûdiyan, ji bo bîranîna girtiyan mûm pêxistin.