Gelê Wargeha Mexmûrê rûxmê hemû êrişan li ber xwe dide

Gelê Wargeha Mexmûrê yên bi salane rastî her cûrê êriş, amborgo, dorpeç û polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê tên, rûxmê tevahî êrişan jî têkoşîn û berxwedana xwe didomînin.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Dewleta Tirk a ku hebûna xwe di qirkirin û tûnekirina gelê Kurd de dimîne, ji roja hatiye avakirin heta roja me ya îro li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirin û îmhakirinê dimeşîne. Gelên ku daxwaza hebûn, nasname û azadiya xwe dikin, dibin yekem hedefên dewleta Tirk.

Gelê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di salên 90’î de zilm, zordarî û ferzkirina cerdevaniya dewleta Tirk neperîjandin û li dijî van zilm û zordariyan daxwaza hebûn, nasname û azadiya xwe kirin, bûn hedefa dewleta Tirk. Gelê Wargeha Mexmûrê di encama zilm û zordariya dewleta Tirk de neçarî penaberiyê hatin kirin û berê xwe dan rêwîtiya penaberiyek dirêj a berbi Iraqê ve. Gel, di vê rêwîtiya penaberiyê de rastî hercûrê êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê hatin û piştî guhertina heft waran li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ango Mexmûrê bicihbûn û bi berxwedan û têkoşîna xwe jiyanek avakirin. Gelê ku ji sala 1998’an vir ve li wargeha Mexmûrê têkoşîna jiyanê didin, rûxme ku ji ber zilm û zordariyê ji xaka xwe koçberbûn, vê care di encama hevkariya PDK’ê, hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk rastî hercûre êrişan tên. Armanca êrişan, têkbîrina yekbûn, vîn, îrade û rêxistinbûyina gelê Mexmûrê ya bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin e.

Rêgiriya PDK’ê û dewleta Tirk

Dewleta Tirk bi taybet ji sala 2017’an ve bi rêya balafirên bê mirov û biçek gelê wargehê hedef digre. Di sala 2019’an de dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê bi hincetên cûda rêgirî li ser gelê wargehê ferzkir û ji vê rojê vir ve ev rêgirî didome. Di encama vê rêgiriyê de şêniyên mexmûrê gelek zehmetî, pirsgirêkên jiyanî jiyankirin û gelek kes bêkar man. Her wiha şeş pitîk jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk di nava 5 salan de bi hevkariya PDK’ê 14 caran bi balafirên bêmirov û biçek wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di van êrişan de gelek kes birîndarbûn û jiyana xwe ji dest da. Her wiha di encama êrişan de gelek ziyayên madî çêbûn û bi taybet bandorek neynî li ser deruniya zarok, jin û gelên wargehê dike.

Bilançoya êrişên dewleta Tirk ya li ser wargehê û encamên wê wiha ne:

Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

3 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan

Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

Di 15’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Mexmûrê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebû.

Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn

Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Mexmûrê kir.

Di 3’ê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.

2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest da

Di 1’ê Sibata 2022’an de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Mexmûr bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest da. Gelek kes birîndar bûn.

Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da

Di 21’ê Gulana 2022’an de li navenda Wargeha Mexmûrê ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.

Di encamê de kesek birîndar bû

Di 5’ê Tîrmeha 2022’yan de li Wargeha Mexmûrê li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.

Welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî jiyana xwe ji dest da

Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Mexmûrê malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan jiyana ji dest da.

Hewildana Iraqê ya dorpeçkirina Wargeha Mexmûr

Di 27’ê Kanûna 2021’an de Hezên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin Wargeha Mexmûrê û xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê gelê Mexmûrê hemberî vê berxwedanek mezin ravekirin û nehiştin daxwaza Iraqê pêkwere.

Berxwedana 16 rojî ya şêniyên Mexmûrê

Di 20’ê Gulan 2023’an de carek din Hêzên Iraqê dane siharê bi wesayitên zirxî, polîs, leşkerên taybet, wesayitên kar hewil dan bikevin wargehê û derdora wargehê xendekan bilokin, têl bikin û bircan danin. Lê gelê Mexmûrê 16 rojan şev û roj li ber xwe dan û di encama berxwedana 16 rojî de armanca hikûmeta Iraqê têkbirin.

Di nava heftiyek de du caran Mexmûr bombebaran kir

Di 7’ê Cotmeha 2023’yan de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker mizgeftek Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Ziyanek mezin gihişt xaniyên derdora mizgeftê.

Di 13’ê Cotmeha 2023’yan de jî balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk dagirker malek Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de jinek birîndar bû, derî û pencereyên malên derdor jî şikestin.

Ciwanê bi navê Dilovan Îşlek jiyana xwe ji dest da

Di 17’ê Cotmeha 2023’yan li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê Wargeha Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek jiyana xwe ji dest da, 3 jin jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk carek din di nava heftiyek de du caran êriş pêkanî

Di 10’ê Îlona 2024’an de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk, malek anga saziya Dayikên Aştiyê ya Wargeha Mexmûrê bombebarankir. Di encama êrişa hovane de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul birîndarbûn. Herwiha ji ber deng bandor li gelek zarokan bû û derî û pencereyên gelek malan jî şikestin.

Herî dawî di 16’ê Îlona 2024’an de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk li Mexmûrê bexçeyek aîdê malbatek bombebarankir. Tu ziyana canî çênebû, lêbelê her care ku êriş pêkte, ji ber deng bi taybetî zarok gelek kes bandor dibe.