“Gelê wargeha Mexmûr dê rê nede dora wan ji aliyê tu hêzan ve were dorpêç kirin”

Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Rojîn Benek diyar kir ku penaberên Mexmûrê bi helwesta xwe ya tund bersîv da hewildanên hêzên Îraqê ku dixwazin bi têlan wargehê dorpêç bikin û hêzên Îraqê li beramberî biryardariya gelê wargehê neçar man şûnde vegerin.

 
HÊVÎDAR TALÎ
Mexmûr - Hêzên Iraqê bê ku agahî bidin rayedarên wargeha penaberan a Mexmûrê ji nişka ve di serê sibeha 27’ê Kanunê de xwestin bikevin wargehê, derdora wê têl bikin û bixin dorpêçê. Li ser vê ye gelê wargehê bi hev re derketin pêşiya wan û nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew nêzîkatiyên bi vî awayî tu caran qebul nakin. Hêzên Îraqê li beramberî biryardariya gel neçar ma şûnde vegere û hîna nediyare çî encam derkeve. Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Rojîn Benek di derbarê hewildanên hêzên Îraqê yên ji bo dorpêçkirina wargehê de ji ajansa me re axivî.
“Me serî li hemberî Tirkan nedanî emê li hemberî Îraqê jî nedanin”
Rojîn Benek ev biriyara hêzên Iraqê ya ji nûşkave dixwazin têxin meriyetê weke bandora dewleta Tirk nirxand û got: “Di 27’ê Kanunê danê sibehê hêzên Îraqê bi hêzek hêjmarên diyar leşker û amadekariyên ji bo têlkirinê pêwîst bi çend wesayîtan dest bi liv û tevgera derdora wargehê kirin, ev yek ji nişkave bû. Me gelek caran hevditîn bi berpirsên Hêzên Îraqê re dikir di van hevdîtinan de jî têlkirina wargehê dihat redkirin û bi tu şêweyî ne dihat qebûl kirin. Ji nişka ve xwestin wargehê bi giştî bi têlan dorpêç bikin. Dema ku mirov berê xwe dide rewşa Îraqê bi taybet di aliyê siyasî de weke nexweşek ber mirinê ye. Di her alî de hêviyên xwe bi dewletên derdor ve girê dide bi taybet bandora dewleta Tirk li ser Îraqê aşkereye. Roxmê ku ev 27 sale wek gelê wargeha penaber a Mexmûrê em di axa Îraqê de dijîn, li beramberî yasayên Îraqê, hêzên Îraqê û gelê Îraqê heta niha helwestek ya me ya bi ziyan çênebûye.” 
“Gelê wargehê hewildana hêzên Îraqê da sekinandin”
Rojîn Benek bal kişand ser cûdahiya panaberên Mexmûrê ji penaberên din û wûha berdwam kir: “Rewşa me gelê wargehê ne weke penaberên ji rêzê ne û ne weke milyonan penaberane. Weke wargeh sitatuyek me ya siyasî heye. Bi vê ve girêdayî heta niha tu zerer û ziyanên me li beramberî dewleta Îraqê çênebûye ku derodra me bixin di nava çemberê de û gelê me bixin di nava zindanek servekirî de. Dema ku hêzên Îraqê hewildan derdora wargehê têl bikin, gelê wargehê helwesata xwe ya li beramberî vê da diyarkirin û berê xwe da cihê ku liv û tevgera leşkerên Îraqê lê heyî û wê hewildana wan dan sekinandin. Li ruxmê ku hinek hatibûn çandin jî bi destê gel hat rakirin û gel li wêderê jî helwesta xwe da diyarkirin û gotin em bi tu awayî ew siyaseta ku dixwazin li ser me bidin meşandin û derdora me weke qefesekê teng bikin qebûl nakin. Heta dawî ji berxwedana pêwîst di çi alî de dibe bila bibe weke gelê ku li himberî zilma dewleta Tirk serî ne tewandî û koletî qebûl nekirî, wê ji dewleta Îraqê re jî vê yekê qebûl neke. Heta em daxwazên xwe bi wan dide pejirandin emê nesekinin. Di rojên pêşiya me de jî ger helwestek wisa were dûbare kirin û tevgerek a wan bi vî awayî çêbibe wê carek din rastî hêz û biryarderiya gelê wargehê werin û emê teqez tîştek bi wî awayî qebûl nekin.” 
“27 sale em li hemberî zilmê sekinîn, emê ji niha û şonde jî tiştên wiha qebûl nekin” 
Ji jinên wargehê yên li cihê bûyerê Hacer Kara li hemberî nêzîkatiya dewleta Îraqê ya li beramberî hewildanên têlkirina wargeha wan nerazîbûna xwe da nîşandan û got: “Ev 27 sale em penaberin me serê xwe ne tewandiye û em na tewînin. Ambargo danîn ser me, êrîşî me kirin û balefirên xwe anîn ser me li gel hemû zor û zehemtiyan jî me serê xwe ne tewand û em natewînin. Em rê nadin dewleta Îraqê dora me bi têlan dorpêç bikin û emê li berxwe bidin. Bila hikumeta Îraqê baş bizane bi dayikek weke min mabe ez rê nadin dora me were têlkirin. Em ne ji ber pariyek nan penaber bûne, em ji ber maf û nasname û xaka xwe penaber bûne.”
“Em penaberên siyasîne”
Hacer Tok jî diyar kir ku ew penaberên siyasîne û heta niha kesê nekariye derdora wan bi têlan dorpêç bikin. Hacer Tok bilêv kir ku ew tu caran rê nadin ne hêzên Îraqê ne jî hêzek din dora wan bi têlan dorpêç bikin û wiha domand: “27 sale em penaberên siyasîne, sitatuya me ya siyasî netewên yekgirtî qebûl kiriye. Li qampa Bêhêrê em 40 rojan ketin greva birçîbûnê weke penaberên siyasî em hatin qebûl kirin. Ji wê rojê heta niha kesê ne gotiye emê dora we têl bikin û bixin dorpêçê. Em tiştek wisan jî qebûl nakin. Bi dayikekê mabe em dest ji doza xwe bernadin û em rê nadin tu caran derdora me were têlkirin. Ne di demê netewên yekbûyî de, ne di demê Sedam de û ne jî di demê PDK’ê de dora me ne hatiye têlkirin. Maden Îraq dibêje ez dewletim li dewletan mafê penaber, mirovatî û wekheviya gelan heye. Em jî Kurdin û mafek ê me Kurdan heye. Ev têlên ku niha anîne di Îraqê de nexwerenge, niha dî Îraqê de tû resmiyetek nîne herkes bi serê xweye. Hêzên Îraqê hemû xwestekên me qebûl kirin, çima wê dora me têl bikin. Bi dayikek ji me mabe ew têl li dora me nayê dayîn û em rê nadin tiştek bi vî awayî. Emê li himber tiştên wisan hertim li berxwe bidin û serî li hemberî kesê nedanin.”