Gelê Mexmûrê li dijî dorpêçê şev û roj li berxwe didin

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî dorpêçkirina wargehê şev û roj dewam dike. Xelkê Mexmûrê konê berxwedanê vedane û bi şev û roj bi hezaran li konê berxwedanê kombûn û ev 3 roj e li ber xwe didin.

Mexmûr – Hewildana artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penaberan a Mexmûrê  berdewam dike. Artêşa Iraqê di sibeha 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Ev 3 roj e berxwedaniya xelkê Mexmûrê bi biryardarî berdewam dike.

Hêzên Iraqê heman rojê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bûbû.

Di van kêliyan de jî xelkê Mexmûrê li seytereyê dibin konan de çalakiya xwe didomînin. Hê jî hêzên artêşa Iraqê li 300 metre durî konê berxwedanê tevî çek, kepçe û bendên dorpêçê rawestiyane.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ketin û derketina ji nava wargeha Mexmûrê ji aliyê artêşa Îraqê ve hatiye astengkirin û her wiha rê nayê dayîn çapemeniyên ji derve bikevin nava wargehê de berxwdaniyê bi şopîne û parve bikin.