Gelê Mexmûrê: Ji derveyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tu armancek me nîne

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 18’emîn didome.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewrgirtina koma 18’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tekoşerên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 17’emîn Bedran Pîranî axivî.

Divê hemû roj û demê me bi çalakiyan dagirtî be’

Bedran Pîranî diyar kir ku divê hemu armanc û xebatên gelê Kurd ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û got: “Armanca vê çalakiyê mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û ji derveyî wê tu armancek me din nîne. Divê hemû roj û demê me ji çalakiyan dagirtî be ku em bikarin bi Rêberê xwe re azad jiyan bikin.”

Piştî axaftinê koma 18’emîn çalakiyê dewrgirt û merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok APO’ bi dawî bû.