Gelê Mexmurê bi meşekê piştgirî da insyatîfa Aştî û Azadiya Kurdistanê
Wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo piştgiriya Insyatîfa Aştî û Azadiya Kurdistanê meşek li darxistin.
Mexmûr - Insyatîfa Aştî û Azadiya Kurdistan ji bo yekitiya navnetewî di nava gelê Kurd de were çêkirin û dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê were sekinandin ji 14 welatên Avrupa komek Insyatîfa Aştî û Azadiya Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, lê belê li firokxaneya bajarê Hewlêrê hatin astengkirin. Dîsan jî xebatên xwe dewam kirin û bi daxuyaniyekê dan diyarkirin ku wê çalakiyên xwe bi domînin. Gelê Wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo piştgirî bidin Insyatîfa Aştî û Azadiya Kurdistanê meşek li darxistin. Meş ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta Parqa Şehîd Zehra Penaber dom kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê ser navê gelê Mexmûrê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Gel a Demokratîk Bêrîvan Kaya ve hate xwendin.
Daxuyanî wihaye: “Li Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk û hevalbendên wê ve polîtiqayek ya qirkirin, dagirkerî û talanê tê meşandin. Hem li hindir li ser gelê Kurd û gelên demokrat, hem jî li derve li ser destkeftên gelê Kurd polîtîqayek qirêj dide meşandin. Bi zihniyeta DAIŞ’ê êrişek daye despêkirin û roj bi roj polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê berfireh dike. Dewleta Tirk û hevalbendên wê PDK li herêmê bûne hêzekî metîrsîdar û her roja derbaz dibe, ev xeterî û metirsiya li ser gelên herêmê zêdetir dibe. Bikaranîna çekên qedexe, talana xwezaya Kurdistanê roj bi roj zêde dibe, hêzên navnetewî jî bi bêdengiya xwe dibin şîrîkê sûcên mirovahî yên Tirkiyê.”
Daxuyanî bi duruşmeyên “Bijî Yekitiya Gelê Kurd”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre Îxanet” bi dawî bû.