‘Gelê me dê di 14’ê Gulanê de hesab ji desthilatdariyê bipirse’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz got ku yekane sedema hilweşandina ewqas avahiyan polîtîkayên rantê, şer û dijminane yên desthilatdariyê ne û diyar kir ku ew îstîfa nekin jî wê gelê di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê ji wan bipirse.
Navenda Nûçeyan- Bi boneya çilrojiya erdhejên ku di 6’ê Sibatê de navenda wan Mereş e û bandorê li 11 bajaran kir, li taxa Ornek a Wêranşara Meletiyê loqme hat belavkirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di bernameya ku bi pêşengiya Rêxistina Parêzgeha Meletî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat lidarxistin de axivî û bal kişand ku felaket xwezayî ye lê pêkhatina hilweşandinek bi vî awayî ji hikûmetê bingeha xwe digre. Salîha Aydenîz wiha axivî: “Bobelatek bi serê me ve hat. Ev karesatek xwezayî bû lê sedema xirabûna ewqas avahiyan polîtîkaya rantê ya desthilatdariyê ye. Ji ber polîtîkayên wan ên dijminane ewqas qurbanî çêbûn. Ji roja ewil ve em li cem gelê xwe ne û em ê her dem li cem gel bin.
‘Desthilatdarî li pey rantê ye’
40 roj di ser erdhejê de derbas bûn lê belê hê jî birînên gelê me nehatine kewandin. Hê jî desthilatdarî û dewlet ji bo mexdûriyeta gel ji holê rabe tiştek nekirine. Mirov xwe bi xwe ji bin van kavilan derketin. Lê hê jî desthilatdarî li pey rantê ye. 40 roj in gel ketiye pey derdê ku wê çawa birînên xwe bipêçe lê ew ketiye pey rantê û wê pere bide kîjan alîgirên xwe hesabê wê dike.”
‘Em ê hesabê vê yekê bipirsin’
Salîha Aydenîz axaftina xwe wiha domand:
Tevî ewqas hilweşîn û êşa giran jî tu rayedarek hikumetê îstîfa nekiriye. Yên ku ji ber erdhejê divê îstîfa bikirana lê nekirin îro rabûne ji bo hilbijartinê îstîfa dikin. Dixwazin ji nû ve desthilatdariyê û rantê di destên xwe de bihêlin. Tu polîtîkayek desthilatdariyê ji bo gelan û baweriyan nîn e. Em ê bi gelê xwe re dest bidin hev û êş û birînên xwe bikewînin. Ji bo em hesabê her qurbaniyek xwe bipirsin em ê li qadan li cem gelê xwe bin. Çûyîna bêhesabdayîn nabe. Ew jî vê yekê baş dizanin. Dibînin ku têk çûne. Dê biçin lê em ê hesabê hemû mafên gelê xwe ji wan bipirsin. Tenê sedemek ewqas hilweşînê heye ew jî polîtîkayên şer û dijminane yên desthilatdariyê ne û naxwazin gelan nas bikin. Ketine pey rantê. Her çiqas ew îstîfa nekin jî wê gelê me di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê bipirse.”
Şande piştî bernameya li taxa Ornekê ji bo beşdarî bernameya mewlûda li navçeya Wêranşarê bibe çû navçeyê.