Gelê Mahabadê li dijî jehrîketinê li ser piyan e
Gelê Mahabadê li hember zêdebûna bûyerên jehrîketinê yên di van demên dawî de li dibistanan, çalakî li dar xistin. Gelê ku bi danîna barîkatan agir pêxistin, banga mezinkirina çalakiyan kirin.
LARA GOHRİ
Mahabad – Li dijî zêdebûna bûyerên jehrî ketinê ya li dibistanên bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî hatin destpêkirin, piştî ku xwendekarên dibistana Saba ya keçan a navçeya Gogtepe ya Mahabadê jehrî ketin, gelek dibistanan jî biryara dersên xwe saetek zûtir bidawî bikin girtin. Yek ji jinên ku zarokê wê li bajarê Mahabadê jehrî ket Nasreen Mihemedî bi van gotinan tiştên jiyan kir vegot: "Dema cîrana me bi lez û bez li derî xist demjimêr derdora çaran bû. Got ku zarok li dibistanê jehrî ketine. Keçek min ya 9 salî ku li vê dibistanê dixwîne heye û dema ez çûm dibistanê min dît ku gelek ambûlans hene. Yên rewşa wan giran dibirin nexweşxaneyê."
'Destûra kişandina dîmenan nehat dayîn’
Nasreen Mihemedî da zanîn ku keça xwe yekser biriye malê û wiha got: “Piştî nîv saetê dest bi vereşandinê kir û bêhna wê teng bû. Piştre min yekser bir nexweşxaneyê. Li baxçeyê nexweşxaneyê û li ber beşa lezgîn gelek malbat hebûn. Hejmarek mezin zarok bi heman giliyê anî bûn. Dema malbat ketibûn xema zarokên xwe, li ber nexweşxaneyê û li ber beşa lezgîn gelek hêzên ewlehiyê û kesên bi unîforma hebûn. Nexwestin tiştên diqewime werin qeyd kirin û hewl didan vê yekê asteng bikin.”
Li gor midûrê dibistanê jehrîketinek hêsan e!
Shîda Karîmî ya keça wê bi jehrê ket jî bi van gotinan bûyera qewimî vegot: “Keça min rakirin nexweşxaneyê. Dema min ew dît, dengê wê çibû û nedikarî bêhn bigre. Keça min tirsiya bû û digiriya. Wê birin beşa zarokan. Hevalên wê diyar kirin ku wan bêhneke ecêb hîs kiriye, ji ber vê yekê hinek zarok verêşiyane û agahî dane midûrê dibistanê. Dema min ji midûrê pirsî got, ‘jehrî ketinek hêsan e” û hebûna gazê red kir. Nexweşxane ji aliyê dermankirinê ve jî netêrkêr bû û nikarî mudaxeleyî hemû xwendekaran bike.”
Banga bilindkirina çalakiyan
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine girtin, 50 xwendekarên jehrî ketine rakirin Nexweşxaneya Xumeynî ya Mahabadê. Li aliyê din li dibistanên bajarê Mahabadê û gundên derdora wê jî perwerde hatin rawestandin. Gelê Mahabadê li hember bûyerên jehrî ketine, li hinek herêman barîkat danîn û agir pêxistin. Jinên beşdarî çalakiyê bûn bê navber dirûşmeyên "Bimre dîktator" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Gel banga bilindkirina çalakiyan kir.