Gelê Kurd li her derê ji bo mexdûrên erdhejê seferber e
Li bajarokê Kelar ku navenda îdareya wê Germiyan e kampanya komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdehaja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin didome.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230209-09-02-2023-l-grmyan-kmpyny-hawkary-18aa68pre-jpgc7aec0-image.jpg)
Germiyan – Ji bo alîkariya mexdûrên erdhêjê ya li Mereşê pêk û li gelek bajarên Kurdistanê bû sedema hilweşînan gelê Kurd li her devêrê seferber e. Li bajarokê Kelar a Îdareya Germiyanê bi pêşengiya çalakvan, welatparêz, jin û ciwanan bi navê ‘Kampanya Encûmena Alîkariya Germiyan’ ji bo mexdûrên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dan destpê kirin.
‘Divê em li benda dewletan nemînin’
Çalakvan û edama kampanyayê Şeyma Ednan da zanîn ku divê alîkarî di zûtirîn demê de bigihe mexdûrên erdhejê yên li Bakûr û Rojavayên Kurdistanê û wiha got: “Hemwelatî bi awayek gelek baş pêşwaziya kampanayayê dikin û bejdar dibin. Di vê kampanayê de rola jinên ciwan yên Germiyan ya berçav heye û bejdarî kampanyayê dibin. Bangawaziya min ji bo gelê me yê li Başûrê Kurdistanê ewe ku bejdarî ew kampanayayên ku li bajar û bajarokava hatine destpê kirin bibin. Divê em zû alîkariyê bişînin, divê em bi xwe bi yekitiya xwe pişta xwe bidin xwe li benda desthilat û dewletên dagirker nemînin û em alîkariya hevdû bikin.”