Gelê ku li Semsûrê cenazeyên xwe defin dikin bajêr diterikîne

Gel li Semsûrê ku erdhej hilweşandinek mezin pêkanî, cenazeyên xwe yên ku ji xirbeyan derdixin, dîsa bi xwe defin dikin. Gel di encama hilweşandina mezin ya hat jiyîn, bajar diterikînin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Yek ji bajarên ku di her du erdhejên mezin ên navenda wê Mereşê de derbek giran xwar Semsûr e. Tê diyarkirin ku li Semsûrê ku hilweşandinek mezin hat jiyîn, beşeke cidî ya cenazeyên ji xirabeyan tên derxistin derbasî qeydan nabe. Malbatan ji ber ku erkdar tune ye, cenazeyên wan dibin gundên xwe an jî goristanên derdorê û defin dikin. Tê diyar kirin ku li bajêr nêzî 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

Di nava agahiyan de cih digre ku li vir jî AFAD’ê xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî kiriye. Tê diyarkirin ku li bajêr dereng xwe digihînin mirovan û ev yek jî dibe sedema mirînan.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku roja ewil a erdhejê xwe gihandin Semsûrê, bal kişandin ku li bajara hatine hilweşandin koçberiyeke cidî tên jiyîn û dest nîşan kirin ku hewl tê dayîn herêm bêmirov hiştin.

'Me ji kaosê re şahidî kir’

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun yek ji parlamenterên ku ji kêliya ewil ve gihişt bajêr e. Şevîn Coşkun, diyar kir ji kêliya ku rê ketine û vir ve ji kaosêk re şahidî kirine û wiha got: “Li ser rê dorên wesayîtan hebûn û li benzînxaneyan sotemenî nedihat dîtin. Beşên marketê yên îstayonan bi temamî hatibû valakirin. Gelek malbat li wir disekinîn.”

'Gel bi xwe xizmên xwe derxistin'

Şevîn Coşkun balkişand ku dema derbasî bajêr bûne ceylan tune bûye û mirovan di bin baranê de mane û wiha axivî: “Bajar dişibiya bajarê xeyaletan. Em tavilê derbasî cihên xirabeyan bûn. Malbat, jin, zarok hemû li kolanan bûn. Ji ber ku tu ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin bajêr, gel hewil dida bi derfetên xwe xizmên xwe yên di bin xirbeyan de mane rizgar bikin.”

'Di dawiya roja sêyemîn de deng qut bûn’

Parlamentera HDP'ê ya anî ziman ew şahidî kirine ku ji bin xirabeyan dengê mirovan dihat, bi van gotinan tişten hat jiyîn vegot: "Ji ber ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê tune bûn, piştî 3 rojan êdî ev deng nehatin bihîstin. Malbatan bêçare bi rojan li bendê man. Hinek ji wan ji bo ji zarokên, hinek ji wan ji dayika xwe û hinek wan jî ji tevahiya malbata xwe agahî bigre, bi hêviyê li bendê bûn. Lê belê karaset bi rojan nehat bihîstin."

‘Derengmayîn bû sedema mirina gelek kesan’

Şevîn Coşkun anî ziman ew tu sazî û rayedarên dewletê li herêmê nedîtine. Şevîn Coşkun dest nîşan kir ku ji kêliya ewil ve bi rêya medyaya dijîtal rewşa bajêr parve kirine û alîkarî xwestine, diyar kir ku li bajêr bi sedan avahî hilweşiyane û yên mayî jî zirareke mezin dîtine û axaftina xwe wiha domand:

“Sedî 90’ê bajêr di rewşa neyê bikar anîn de ye. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja sêyemîn a erdhejê de di hejmarek kêm de bû. Dereng destpêkirina xebatan bû sedema mirina gelek kesên di bin xirbeyan de. Niha bi sedan kes dikaribû jiyan bike. Ne têrkêrbûna ekîbên rizgarkirinê bû sedem ku gelek kes di bin xirbeyan de ji sermayê jiyana xwe ji dest bidin.”

'Xirabeyên avahî ku hêj xebat nehatine kirin heye’

Şevîn Coşkun a bi gotinên "Li bajêr di roja 6'emîn a erdhejê de hêj cihên ku xebat lê nehatine destpêkirin heye" hewl dide dengê xwe bide bihîstin, diyar kir ku xebatên rakirina xirabeyan destpêkirin û di vê rewşê de jî ger di bin xirbeyan de mirovên sax hebin bi zanebûn bimirîn û di wateya din de jî tê wateya xirabûna yekparçebûna cenazeyan.

'Kesên ku xizmên wan ji bin xirbeyê tên derxistin, bajêr diterikînin’

Şevîn Coşkun der barê alîkariya ji bajêr re diçe de jî wiha axivî: “Alîkarî nagihêje gelên li navenda bajar û navçeyan. Hin gund hene ji ber şert û mercên zivistanê rêyên wan girtî ne. Alîkarî naçe hin cihan. Konên ku ji bajêr re tên şandin ne têrkêr in. Niha pêdiviya herî lezgîn konên zivistanê, sobe, amûra germkirinê, betanî, tûp, paçê zarokan malzemeyên hîjyen yê jinan e. Şevîn Coşkun diyar kir ku gel dest bi terikandina bajêr kiriye û wiha got, “Ji ber ku tevahiya bajar zirareke mezin girtiye, piranî welatiyan bajêr diterikînin. Neçar dimînin herin gundên xwe an jî bajarên cuda. Yên mayî piranî kesên ku xizmên wan di bin xirbeyan de hatine dîtin in."